Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran 'Hawar' derket

Xwendekarên zanîngehê, bi armanca ku bibin dengê Hawara Celadet Bedrixan, bi kurdî-tirkî bi navê "Hawarê" fanzînekê derdixînin.

Hejmara duyem a fanîzana Hawarê ku di Gulana 2017'an de ji aliyê Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ve hat derxistin, derket. 

Hejmara yekem bi berga ku wêneyê Mûsa Anter li ser û hejmara duyem jî bi berga ku wêneyê Mehmet Ûzûn li ser derket. 

Fanzîn navê xwe ji Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'an de bi pşengiya Celadet Bedirxan li Şama Sûriyeyê der çû digire. 

Fanzîn bi kurdî-tirkî weşana xwe dike û di fanzînê de li gel nivîsên wêjeyî helbest, hevpeyvîn û nivîsên der barê dîrokê de jî cih digirin.