Hejmara bêkarên li Ewopayê kêm dibe

Li gorî daneyên ji aliyê saziya statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê Eurostat ve hatin weşandin, hejmara bêkaran di meha Hezîranê de li gelemperiya yekîtiyê weke xwe ma, lê li herêma Euro kêm bû.

Di daneyên Eurostatê de hate ragihandin, ku li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê, rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de 7,7 ji sedî de bû. Ji aliyê hejmarî ve li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê li gorî meha Gulanê 183 hezar bêkar kêm bû û ev hejmar daket 18 mîlyon û 725 hezarî. 

Li Herêma Euro jî ku 19 welat endamê wê ne, 148 hezar bêkar bûn xwedî kar û hejmara giştî ya bêkarên li vê herêmê daket 14 mîlyon û 718 hezarî. Rêjeya bêkariyê li gorî meha Gulanê bi 0,1 pûanî kêm bû û daket 9,1 ji sedî.

Rêjeya bêkariyê ya li Herêma Euroyê, cara yekemîn di Îlona 2016'an de daketibû binê 10 ji sedî.

Welatê ku rêjeya bêkariyê herî kêm e, bi rêjeya 2,9 ji sedî Komara Çekê ye. Piştre bi rêjeya 3,8 ji sedî Elmanya û 4,1 ji sedî Malta tên.

Yewnanîstan jî ku herî dawî meha Nîsanê rêjeya wê hate eşkerekirin, bi 21,7 ji sedî di nava endamên Yekîtiya Ewropayê de welatê ku bêkarî herî zêde lê heye. Bi rêjeya 17,1 ji sedî Spanya welatê duyemîn e ku bêkarî herî zêde lê heye.

Welatên ku rêjeya bêkarên wê yên ciwan gelekî zêde ye, bi rêjeya 45,5 ji sedî Yewnanîstan, 39,2 ji sedî Spanya û 35,4 ji sedî Îtalya di rêzên destpêkê de cih digirin. Ji welatên endam, rêjeya herî kêm a bêkarên ciwan lê ye, bi 6,7 ji sedî Elmanya ye.