Hefteya Çandê ya Baselê dest pê kir

Hefteya Çandê ku li bajarê Basel ê Swîsreyê her sal ji aliyê Navenda Çandê ya Medê ve tê lidarxistin, dest pê kir.

Hefteya Çandê ku 4'ê Nîsanê dest pê kir wê 7'ê Nîsanê bi dawî bibe.

Hefteya Çanda Kurd a îsal diyarî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan hate kirin.

Destpêkê li navenda bajêr meşek hate lidarxistin û piştre li avahiya sendîkaya Uniayê resepsiyonek hate dayin. Tevî Kurdistaniyan gelek siyasetmedar, nivîskar û hunermendên Swîsreyî û Tirkiyeyê jî tevlî bûn. Hefteya Çanda Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Di hefteya çandê de pêşandana defê, stranên koma Borumbala-Trommel a Swîreyî û hunera koma govendê hate temaşekirin.

Di roja destpêkê ya hefteya çandê de panel hate lidarxistin û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Parlamenterên Kantona Baselê Mûstafa Avci, Eva Herzog û Edîbe Şahîn qala berxwedana grevên birçîbûnê û pêvajoya siyasî kirin.