HDP’ê lîsteya namzetan radestî Saziya Bilind a Hilbijartinê kir

HDP’ê lîsteya namzetên xwe radestî Saziya Bilind a Hilbijartinê kir.

HDP’ê lîsteya namzetên xwe yên parlementeriyê teslîmî Saziya Bilind a Hilbijartinê kir. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen beriya ku ji Saziya Bilind a Hilbijartinê derkeve daxuyaniyeke kurt da. Bîlgen got ku, “Ji bo 24’ê Hezîranê me lîsteya xwe radest kir. Di lîsteya me ya niha de temsîla jinan di asteke bilind de ye û partiya me dîsa li ser temsîla wekhev sekiniye. Bi nûneriya berasteng, xizmên mexdûran, kesên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de hatine îxrackirin û ciwan di lîsteya me de hene.

Em  diyar dikin ku ligel zext û zordariyan em biryardariya xwe ya ji bo çareserkirina kêşeyên Tirkiyeyê îfade dikin.

Em ê bi lîsteyeke berfireh a ku hemû aliyên mexdûr û mûxalefeta civakî tê de heye, em ê derkevin pêşberî gelê xwe. Em dixwazin hilbijartineke wekhev û azad pêk were.”