HDP'ê dixwaze herêmên leşkerî yên Wanê bibin şînahî

Şaredariyên HDP'ê yên Wanê dixwazin qadên leşkerî derxînin derveyî bajêr û herêmên leşkerî bikin şînahî. Lê TOKÎ dixaze li van deran avahiyan lêbike.

HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) û rêxistinên civaka sivîl dixwaze herêmên leşkerî ku li navenda bajêr cihekî berfireh û biber digirin werin valakirin û van herêman bikin şînahî.

Ji ber teqînên li qijleyan heta niha gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Li bara daxwaza ku herêmên leşkerî werin valakirin hikûmeta Tirk herêmên leşkerî zêde kirin û cihên kontrolê bêhtir danîn.

Li qadên ku li nav Wanê ne û ji ber şaredariya mezin e TOKÎ'yê, ku projeya hikûmetê dest li ser danî. TOKÎ dixwaze van qadan bike avahî.

QADÊN LEŞKERÎ LI SER JIYANA MIROVAN RÎSK IN

Hevserokê  Şaredarya Artemêtanê ya HDP'ê Azîm Yacan got li nav navçeya wan du baregehên mezin ên leşkerî hene û ev ji bo şêniyên bajêr rîskeke mezin e, dibe sedema dengekî zêde. Yacan got xebatên tespîtê yên têkilî mijarê didomin û gava hewce ew ê bavêjin.

QADÊN LEŞKERÎ BILA BIBIN CIHÊ ŞÎNAHIYÊ

Serokê Wan Çev Derê Alî Kaçik jî got, 'Ne rast e ku li cihên têne valakirin ên leşkerî li şûna parkan avahî were kirin. Jixwe em bi hesrata şînahiyê ne. Em jî dixwazin ev der bibin cihên şînahiyê. Ez li vir bang li rêveberiyan dikim.''