HDP’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

HDP’ê Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Çapemeniyê ya HDP’ê Azad Bariş derbarê Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Çarşema Sor tê wateya hêza qencî, hezkirin û bedewiyê û têkçûna tarîtî û xerabûnê. Ji ber ku sembola jiyana civakî û aştiyane ye, girîngiya xwe heye.

Em dixwazin Çarşema Sor bibe wesîleya azadkirina jin û zarokên Êzidî yên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de û bibe sedema têkçûna barbarên selefîst ên ku dijminên mirovayetiyê ne.”

Em dixwazin ku bi hezaran Êzidiyên ku ji ber hovîtiyê ji welatê xwe dûr ketine dîsa vegerin axa xwe û di nav aramiyê de bijîn.

Em bang li hemû mirovayetiyê dikin ku li hemberî fermanên li ser Êzidiyan û fermana 73’an bihîstyar bin.

Di pîrozbahiya Çarşema Sor de, civaka Êzidî di serî de em dixwazin hemû gel di nav azadî, wekhevî û aştiyê de bijîn û em cejna civaka Êzidî pîroz dikin.”