HDP'ê Çarşema Sor pîroz kir

HDP'ê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

HDP'ê bi îmzeya Parlamenterê xwe Alî Atalan bi wesîleya Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyamê de hate ragihandin ku civaka Êzidî li gel zor û zehmetî û astengiyan jî xwedî li bawerî û cejna xwe derketiye û hate gotin, "Civaka Êzidî ku yek ji baweriyên herî kevn ên dîrokê ye, gelek komkujî dît û hê jî komkujî lê tê kirin."

HDP'ê işaret bi xeteriyên li ser civaka Êzidiyan kir û diyar kir ku wezîfeya hemû mirovahiyê ye ku li dijî van xeteriyên tinekirinê tevdîran bigirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi vê wesîleyê bang li hemû gelan, bawerî û hêzên demokratîk ên pêşverû dikin ku hewl bidin civak û baweriya Êzidiyan biparêzin û destekê bidin têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî."

HDP'ê bi bîr xist ku cejna 'Çarşema Sor' nîşaneya jiyana nû ye û wiha dewam kir: "Kêm jî be em hêvîdar in ku cejn bibe wesîle ji aştî, azadî, edalet û biratiyê re. Em vê cejnê li Êzidiyan û hemû gelên ku xwedî li vê dîrok û cejna watedar derdikevin ji dil pîroz dikin."