Halê civaka modern wiha ye

Huner ne tenê ew e ku ji çav re xweşik were dîtin. Her wiha amûrek e, dike ku mirov bifikire.

Şêwekarê Awûstralyayî Gerhard Haderer bi şêweyên xwe balê dikişîne ser rewşa civaka modern. Haderer bi salan e ku şêweyên mîzahî çêdike. Ev şêwe carinan nîşan didin bê ka rewşa civaka me ya berdest di çi rewşê de ye.

Ji ber sedema pirtûka bi navê The Life Of Jesus zen çûne ser. Li welêt bû sedema gelek helwestan. Nexasim dêra Katolîk helwesta xwe bi rengekî hişk diyar kir. 2005’an, bi hinceta ku civaka dindar kêm kiriye li Yewnanîstanê hate mehkûmkirin û 6 meh cezayê girtîgehê dane. Piştî bi çend mehan ev biryar hate xirakirin û berdan.

Haderer destpêka karîyera xwe li ajansên reklamê grafîkerî û şêwakarî kir, stîleke realîst danî holê. 1985’an dev ji xeyalên bazirganî qeriya û kete rêya karîkaturistê serbixwe û şêwekariya mîzahî. Va ne çend şêweyên ku civaka modern destnîşan dikin.