Gula Udumbara li Rihayê hat dîtin

Gula Udumbara ku ji aliyê Bûdîstan ve weke "Gula qenciyê ya ji cinnetê hatî" tê binavkirin û dibêjin, di nava 3 hezar salî de tenê carekê vedike, li Rihayê hat dîtin.

Gula Udumbara ku di efsaneya baweriya Budîzmê de cihê xwe heye, li cîhanê pir kêm tê dîtin. Gula Udumbara, ku li gorî vê baweriyê 3 hezar salî carekê vedibe, piştî Elezîzê li Rihayê hat dîtin. Gula Udumbara ku di efsaneya baweriya Bûdîzmê de cih digre, li ser şilfên daran û fêkiyên wan çêdibe. 

Li gorî îdîayan Udumbara ku di cîhanê de heya niha 15 heb hatin dîtin, piştî Elezîzê li gundê Esemkulu yê navçeya Karakopru ya Rihayê li ser şilfekê dara  fistiqê hat dîtin. 

EFSANEYA UDUMBARA

Li gorî efsaneya Bûdîzmê, gula Udumbara ku mîna "Youtan Poluo" tê zanîn, di zimanê herî kevn Sanskrîtçe yê herêma Hîndê de wekî "Gula qenciyê ya ji Cenettê hatî” tê binavkirin. Gula Udumbara ku li ser şilfê daran û fêkiyên wê mîn parazîtan vedibe, pir zehmete ku bi çavan were dîtin. Gula Udumbara ku di 3 hazar salî carekê vedibe,  di baweriya Budîstan de mîna sembolên bûyerên kêm tê qebûl kirin. Di efsaneya Budîzman de dema gula Udumbara derdikeve holê, bawerî pê tînin ku wê qralek ji dayik bibe.