Guh bidin qîrîna Geliyê Dîcleyê û Heskîfê

Koordînasyona Heskîfê banga xwedîlêderketina Geliyê Dîcleyê û Heskîfê kir. Koordînasyonê got ku “Em dikarin bajarê Heskîfê yê 12 hezar salî rizgar bikin.”

Koordînasyona Heskîfê ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê bangeke nû kir.

Korodînasyonê bi daxuyaniyekê banga xwedîlêderketina Geliyê Dîcleyê û Heskîfê kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.

“Heskîf û Geliyê Dîcleyê ya ku 12 hezar salî ne, ji bo bendaveke 50 salan tê talankirin. Em diyar dikin ku vê tişta tê tunekirin çîroka te ye. Heskîfê heta niha malovantî ji 24 şaristaniyan kiriye û li Mezopotamyayê gavên destpêkê yên jiyana xwecihîbûnê ye.

Çemê Dîcleyê jî bi milyonan sal in diherike. Lê a niha Dîcle li ber xeniqandinê ye. Bendava Ilısûyê di Tîrmeha 2019’an de av lê gewimî. Wê 289 girikên dîrokî, 199 gund, nava bajarê Heskîfê, bi sedan zindî û riwekên endemîk wê di bin avê de werin hiştin. Di heman demê de wê 200 cih jî di bin avê de bimîne û bi deh hezaran kes wê koç bikin.

Em dikarin xwedî li Heskîf û Geliyê Dîcleyê derkevin. Em bang li hemû kesan dikin ku bila xwedî li qîrîna Geliyê Dîcleyê derkevin.”