'Gubreyê kurmikan ekolojiyê tîne hevsengê'

Sadullah Selçûk ê ku li Yenîşehîr a Amedê dijî, li mala xwe dest bi hilberandina kurmikan kir. Selçûk got, "Kurmik dayika axê ne û ekolojiyê tînin hevsengê."

Karkerê înşeatan Sadullah Selçûk (54) ê ku li taxa Benûsenê ya Yenîşehîra Amedê dijî li mala xwe, li odeyeke bi dirêjahî û berfirehiya 20 metroyî bi pelên çayê, qaşûlên pirteqan û sêvan dest bi hilberandina kurmikan kir.

BI 50 HEZAR KURMIKÎ DEST PÊ KIR

Selçûk wiha axivî: "Hevalekî min ê ku  li Swîsreyê vî karî dike hate cem min û got bê ka çendî sûda van kurmikan ji axê re heye. Vî karî pir bala min kişande û bi meraq min dest bi vî karî kir. Me lêkolîna vî karî kir û bi 50 hezar kurmukî me dest bi vî karî kir. Me ev kurmik  ji Kanadayê xwestin. Beriya bi 2 salan me dest bi vî karî kir lê beriya wê bi salekê me pirsa vî karî kir. Em pir ditirsiyan lê niha em dibinin, tiştekî ku em jê bitirsin nîn e. Niha li vê odeya bi berfirehî û dirêjahiya 20 metroyî li kurmikan dinerim. 50 hezar kurmikên me hene. Ev kurmik her roj li xwe zêde dikin. Odeyeke me ya dî bi qasî vê heye, ez ê li wir jî kurmikan çêbikim."

'PAQIJ IN Û SÛDEWAR IN'

Selçûk got kurmk paqij in û pir sûdewar in û domand, "Mirovên li derdora me bi pêşdaraz in, destpêkê ez jî wilo bûm. Dema ku min navê wan bihîst dilê min ji wan dixeliya lê niha biya min di nav heywanan de yên herî paqij in. Derdora me paqij dikin û gubre çêdikin. Gubreya van heywanan ji gubreyê normal pir binirxtir e, di nav de tiştekî kîmyewî tine. Madeya kîmyewî jî 9 caran li ya berê binirxtir dike û dide me. Ez wan bi pelê çayê, qaşûlên sêv û pirteqanan xwedî dikim."

Selçûk herî dawî got: "Hilberandina gubreya kurmikan ekolojiyê tîne hevsengê. Ji bo axê pir baş in û dayika axê ne."