Greva avhewayê ya Thunberg û hevalên wê di betlaneyê de jî didome

Aktîvîsta 16 salî Greta Thunberg ku bi çalakiya xwe ya li ber Parlamenta Swêdê ya ji bo parastina avhewayê li tevahiya dinyayê deng veda, tevî hevalên xwe di betlaneya havînê de jî çalakiya xwe didomîne.

Tevî ku ji ber betlaneya havînê dibistan hatien girtin jî Greta Thunberg û hevalên wê yên dibistanê her Înê li ber Parlamenta Swêdê li hev kom dibin û çalakiyê dkin.

Aktîvîstên avhewayê belavokan li derdorê belav dikin û mirovên ji pîşeyên cuda jî destekê didin wan.

Anna Svara ya Norwêcî ku li Stockholmê ye, mamosteyeke teqawîtbûyî ye ku her hefteyê tê vê meydanê û ji bo destekê bide ciwanan xwepêşandanê dike.

Svara ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku gelekî girîng e metirsiyên germahiya global li xwezayê û mirovahiyê bînin rojevê û zextê li siyasetmedaran bikin ku tedbîran werbigirin, lewma ew jî destekê dide têkoşîna ciwanan.

Greva û hevalên wê yên dibistanê Edit Liedberg, Mina Pohankova, Isabella Axelsson, Eira Frohling, Ell Jarloch nameyek ji sendîkayan re şandibûn û Pêncşemê nameya wan li rojnameya Aftonbladetê hatibû weşandin.

Ciwanan bang li sendîkayên Swêdê kirin ku ji bo zextê li siyasetmedaran bikin ku ji bo parastina xwezayê tedbîran werbigirin, di 27'ê Îlonê de bikevin grevê.

Lê belê sendîkayan bersiveke erênî neda banga aktîvîstan. Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) û konfederasyonên TCO û SACO diyar kirin, mafê grevê yê karkeran nabe ku ji bo armancên siyasî bên bikaranîn.

Lê belê hin federasyon û sendîkayên van konfederasyonan ragihandin ku wê mijarê di desteya rêveberiyê de binirxînin.