Gola Wanê ji ber dewletê gemarî dibe

Gola Wanê ewqasî gemarî bûye, ku êdî gefê li hawirdorê û tenduristiya mirovan dixwe.

Gola Wanê, ku rêjeya avê wê normal e, gelekî gemarî bûye. Ji bo paqijiya golê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî parzîngehek ava kir û bi saya vê parzîngehê gol gemarî nebû. Lê belê piştî ku şaredariya Wanê bi destê qeyûm hate desteserkirin, ev parzîngeh jî nema hate xebitandin.

Li dora 450 kîlometre peravên Gola Wanê bajarek, 6 navçe û 136 gund hene. Bi qasî mîlyonek mirov li dora vê golê dijîn. Gemara ji malên mirovan derdikevin jî beyî ku bên neqandin, yekser tevlî golê tê kirin. Li Gola Wanê, ku asta avê normal e, gemar êdî bi çavan tê dîtin. Ji bo pêşî li vê qirêjiyê bê girtin, Şaredariyên DBP'yî gelek proje xistin meriyetê. Lê belê ev hemû proje ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin. Zêdebûna gemara li Gola Wanê êdî gihîştiye asteke xetere. Hawirdorparêz dibêjin, divê tavilê tesîsên modern ên ku karibin bersivê bidin pêwîstiyan bên avakirin.

Li mirovên dikevin ava Gola Wanê, hin nexweşiyên çerm der dibe. Gemara li golê êdî gefê dixwe. Lê belê der barê mijarê de tedbîreke bi tenê jî ne hatiye girtin. Wêneyên li peravên golê hatine kişandin jî vê rastiyê radixin pêş çavan.

DAGIRKERIYA SAZIYÊN DEWLETÊ

Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku yên rê li ber vê qirêjiyê vekirine, saziyên dewletê ne ku ew perav dagir kirine. Kalçik got, "Avêtiyên ji çem û kanalîzasyonê diherikin nava golê, rê li ber vê qirêjiyê vedike. Li ser çeman pêwîstî bi parzîngehê heye. Her wiha ava kanalîzasyonê, ji ber ku ji aliyê şaredariyan ve nayê paqijkirin û diherike nava golê, rewşeke gemarî ya bi vî rengî derdikeve holê."

YÊN BACA ÇOPÊ DIGIRIN, ÇIMA GOLA WANÊ PAQIJ NAKIN?

Kalçik hişyarî da mirovên ku di havînê de ji bo bêhnvedanê diçin qiraxa Gola Wanê û got, "Ketina ava Gola Wanê ku ewqasî gemarî bûye, çêkirina pîknîkê li vê derê, gefeke mezin li tenduristiya mirovan dixwe. Li cihekî ku nifûsa xwe gihîştiye mîlyonekê, hemû avêtî diherikin Gola Wanê. Gola Wanê dimire, Gola Wanê tine dibe. Weke hawirdorparêzan em dixwazin Qanûna Parastina Gola Wanê bê derxistin. Yên ku baca çopê ji gelê me digirin, çima Gola Wanê paqij nakin? Her kesê ku wezîfeya xwe nake, hevparê vê komkujiyê ne.