Germbûna global bandorê li jiyana ajalan dike

Germbûna global a ji ber sedemên kirinên mirovî, bandore li qadên jiyanê yên hin celebên ajalan dike.

Li gorî lêkolînekê, li Ewropa qadên jiyanê yên çûkên mêşî berfireh dibin lê li ser qadên jiyanê yên hin celebên ajalan jî taloke hene

Salên 1990'î li Erwropayê çûkên mêşî kêm bûn. Niha li Ewropayê di navbeyna 53-72 hezaran de cotên çûkên mêşî hene.

Li gorî  Weqfa Parastina Sirûştê ya Cîhanê (WWF) li Ewropayê her çendî qadê jiyanê li çûkên mêşî zêde bibin jî, germbûna global talokeyê tîne ser ekosîstemê û kurm û kêzikên ku bi wan têr dibin, tine dike.

Li gorî WWF'yê li herêma di navbeyna sînorên Komara Demokratîk a Kongo, Ruana, Uganda, hijmara fokên boz ên deryayê û gorîlên çiyê 2018'an zêde bûne. WWF'ê got ev rewş bi hewldana parastina sirûştê ya navnetewî çêbûye.

Lê hemû ajal ne wiha bi siûd in. Nîvê celebê kîsoyan li ber nemanê ye.

Her wiha orangutanên Tapanulî ku beriya demekê li Endonezyayê hatin keşifkirin jî roj bi roj kêm dibin.

Saygayên Moxolîstanê 3 hezar mane.

Hijmara kundê Arktîkayê jî 28 hezar in û tê gotin dibe ku kêmî 10-14 hezaran bibin.