Germahiya zêde ya li Ewropayê nîşaneya germahiya gerdûnî ye

Li gorî mirovên zana, germahiya zêde ya îro li welatên Ewropa, bê şik û guman nîşaneyên germahiya gerdûnî ye.

Ev bi hefteyan e pêlên germahiya li cemsera bakûr didome. Mirovên zana, vê rewşa germahiya zêde, bal kişandin ser modelên avhewayê. Li gel vê di mijara germahiya gerdûnî de ya di vê rewşê de derdikeve pêş.

Lêkolînerên li tevna bi navê World Weather Attrîbotîon (WWA), zend û bend bandan beriya germahî bi dawî bibe, hesabên xwe kirin.

Li gorî pîvanên lêkolîneran ên li stasyonên meteorolojiyê yên li Fînlandiya, Danîmarka, Îrlanda, Hollanda, Norweç û Swîsre li ser hev hatin destgirtin, 3 rojên herî dawî yên germ, anîn beramberî 3 rojên herî germ ên di nava 20 salan ên her sal tên pîvan.

Li gorî encamên modelên avhewayê yên mirovên zana bikar tînin, germahiya zêde bi germahiya gerdûnî ve didin girêdan.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera înternetê ya WWA’yê hatî parvekirin wiha tê gotin: “Di mijara îşareta germahiya gerdûnî de, cih nayê dayîna gumanan.”