Germahiya li Ewropa dewam dike

Bandora hewaya germ a li Ewropa dewam dike. Germahiya li Hollanda, Portekîz û Avûstûryayê rekor şikand.

Li Portekîzê pileya germahiyê gehişte 46’an û roja herî germ a salê hate diyarkirin. Li Hollandayê qîra rê heliya û li Avûstûryayê jî seyên polîsan neçar man ku bi pêlavan bigerin.

PORTEKÎZ

Li Portekîzê germahiya îro gihişte 46 pileyan. Li Death Valley a eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê ya cihê herî germ ê cîhanê ye, tê payîn ku germahî xwe li 48 pileyan bide. Li Portekîzê gelek cihên lîstikê ji bo welatiyan hate girtin.

SPANYA

Li Cordoûe ya bajarê tûrîstî yê Spanyayê pileya germahiyê gehişte 45’an. Ji ber germaya zêde ya li welat di nava hefteyê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li Barselonayê jî kesekî bê mal, karkerek û welatiyeke 78 salî mirin.

AVÛSTÛRYA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê seyên polîsan ên bi erka parastina qada voleybolê ya peravan dikir, goreyên taybet li wan kirin û karê xwe domandin. Li Viyanayê termometreyan 34 pile nîşan da, li cihên bi tav jî pileya germahiyê gehişte 50’yê.

HOLLANDA

Li Hollandayê ji ber helana qîra hinek rêyên mezin li çûn û hatinê hate girtin. Şaredariya Zwole jî çiqên darên li ser rê hatine jêr birîn.

FRANSA

Li Fransayê jî ji ber germahiya zêde 4 santralên nukleerê hatin girtin. Tevî germahiya zêde jî, welatiyên deketin betlaneyê di saetên zû yên sibê de ketin ser rê.