Germahiya global: Mezintirîn qeşeya Alpan wê bihele

Zanyaran gotin ji ber bandora germbûna global bi asteke mezin a qeşayên Alpan wê bihele.

Li gorî lêkolîna Dibistana Polîteknîk a Federal (ETH) a li Zûrihê ya Swêdê mezintrîn qeşaya Alpan Aletsch heta dawiya vê sedsalê wê bihele. Qeşaya Aletsch ku li qadeke 86 kîlometr dirêjî û berfirehî berbelav bûyî tê texmînkirin bi giştî 11 milyar ton e, heta 2100'î 50 ji 100'î wê kêm bibe.


Lêkolîneran diyar kirin heke germbûna globa'l 2 pîleyan jî ji ya seddala 19'an zêdetir bibe helandin wê bidome û heta niha bi kêmanî qadeke bi dirêjî û firehiya kîlometroyekê heliyaye.

Li gorî lêkolînê     qeşaya li Aletscê bi îhtîmala herî baş wê 50 ji 100'î be û hate diyarkirin, ''Heke senaryoya ne baş çêbibe, li holê tenê wê qetên ziravik bimînin.''