Gerîlayên nû: Em ji bo gelê xwe hatin

Ciwanên ku nû tevlî nava refên gerîla bûn destnîşan kirin ku ew polîtîkayên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd red dikin û gotin, "Em hatin çiyayên Kurdistanê ji bo gelê xwe şer bikin."

Li gel polîtîkayên tepisandinê û zexta giran a dewletên mêtinger, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê xwe tevlî nava refên gerîla dibin.

Ciwanên ku xwe gihandin Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANF'ê re axivîn. Memyan Mawa destnîşan kir ku li dijî siyaseta qirikrinê ya dewleta Tirk divê ciwanên Kurd wezîfeya xwe pêk bînin û got, "Dixwazin ku hebûna Kurdan ji holê rakin. Li her parçeyên Kurdistanê qirkirin tê ferzkirin. Rejîma Îranê polîtîkayên zext, asîmîlasyon û tinekirinê dimeşîne, dewleta Tirk jî qirkirinê û nîjadperestiyê dike û li dijî ciwanên Kurd polîtîkayên taybet dimeşîne. Me jî biryar wergirtin ku bibin şervanên azadiyê."

TEMAŞEKIRIN TÊRÊ NAKE

Ferhat Wêranşar jî destnîşan kir ku temaşekirina li terora li dijî gelê Kurd tê kirin, nêzîkatiyeke tenê bi sempatîzanî têrê nake û got, "Dewleta Tirk bi rengekî bênavber siyaseta qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne. Bajarên Kurdan hildiweşîne, dixwaze hişmendiya Kurdbûnê bi temamî holê rake. Min jî ev neheqî qebûl nekir û tevlî bûm. Qebûlkirin nedibû. Min pêvajoyeke baş a perwedeyê dît. Diçim qadên pratîkê û têkoşînê. Armancên min jî mezin in."

MIN ZEXTÊN ÎRANÊ QEBÛL NEKIR

Nûman Çilçemal jî anî ziman ku wî zextên rejîma Îranê qebûl nekir, lewma tevlî nava refên gerîla bû û destnîşan kir ku wî qebûl nekiriye ku her roj mirov bên darvekirin û girtin. Çilçemal got, "Di 27'ê Mijdarê de dewreya me ya perwerdeyê bi dawî bû. Min argûmanên tinekirinê û yên li derveyî mirovahiyê yên sîstemê fêhm kir. Min siyaseta tinekirinê ya li dijî Kurdan tê meşandin fêhm kir. Ji bo min êdî dema têkoşînê dest pê kiriye."

DIVÊ EM GELÊ XWE BÊPARASTIN NEHÊLIN

Xebat Dîwandere ku ji bajarê Dîwandereyê bi rê ket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê destnîşan kir ku divê ew hesab ji mêtingeran bipirsin ku ji kuştina Kurdan hez dikn. Xebat Dîwandere got, "Di rewşekê de ku dewletên herêmê planên qirkirinê li dijî gelê me dikin, nabe ku em gelê xwe bêparastin bihêlin. Ciwanên Kurd di nava PKK'ê de dikarin bibin şervanên azadiyê, dikarin bibin şoreşgerekî baş."