Gerîlaya YJA STAR'ê Bilîcî bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA STAR'ê Kesîre Bilîcî ku li Dersimê şehîd bûbû li Wanê hate veşartin.

Gerîlaya YJA STAR'ê Kesîre Bîlîcî (Dîcle Glîdag) ku 17'ê Îlonê li Dersimê, di êrîşa hewayî ya bi ser Çemê Roj de şehîd bûbû, malbata wê cenazeyê wê ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt.

Cenazeya Bîlîcî ku piştî bi 2 mehan hate standin, anîn Taxa Sêvek ya navçeya Erdîşê ya Wanê. Bi gelek wesayitên zirxî dora taxê hate pêçan, piştî ku hewcehiyên dînî hatin kirin, cenazeyê Bîlîcî bi rengekî girseyî hate veşartin.