Gerîla TV dîmenê çekên li Girê Lêlîkanê hatin rakirin weşand

Dîmenê çekên ku di çalakiya gerîla de ya 22'ê Cotmehê ya li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, hatin weşand. Dîmenê berfireh ê çalakiyê beriya niha hatibû weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî da:

"Roja 22'ê Cotmehê saet 15'an hêzên me li nêzî Girê Lêlikanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Hêzên me ji nêz ve li yekîneya dijmin xistin, ketin çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyên leşkeran. Di çalakiyê de serpelek jî di nav de 8 leşker hatin kuştin û hêzên me çekek BKC, çekek MPT-76, dedektora mayînan, dûrbîneke termal û dûrbîneke şevê desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê bi gelek helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir."

DÎMENÊ ÇALAKIYA 22'Ê COTMEHÊ