Gemara 136 gund û 9 navçeyan dirije nava Gola Wanê

Ekolojîst Fatîh Şahîn got, ava gemarî ya 136 gund û 9 navçeyên Wanê tevlî Gola Wanê tê kirin û diyar kir, ji ber vê yekê gelek zindiyên li Gola Wanê û qiraxa wê dijîn tine bûne.

Xeteriya tinebûnê ya li ser Gola Wanê, roj bi roj mezin dibe. Rêyên li qiraxa golê tên çêkirin, hejmara zindiyên li dora golê tine dikin. Ekolojîst Fatîh Şahîn anî ziman, ku ava gemarî ya ji 136 gund û 9 navçeyên Wanê tê, bêyî were paqijkirin tevlî Gola Wanê dibe û ev yek dibe sedem ku zindiyên li dora Gola Wawnê tine bibin.

'DERDORA GOLA WANÊ BI DÎWARAN HATIYE GIRTIN'

Şahîn bi bîr xist, ku milyonek mirov li Wanê dijîn û got, "Ava ku ji aliyê van mirovan ve tê bikaranîn û piştre gemarî dibe, bêyî ku were paqijkirin tevlî golê dibe. Qirêjiya qenalên Ak Kopru û Şamran, qirêjiya 9 navçeyan bêyî were paqijkirin yekser diherike nava Gola Wanê. Wekî din, derdora Gola Wanê dadigirin. Qanûnek di sala 1990'î de hate derxistin. Di vê qanûnê de tê gotin, 'kes nikare bi têlan, bi kolandina xendekan û bi lêkirina dîwaran dorê li cihên cemaweriyê bigire'. Lê belê dewlet qanûna xwe binpê dike. Derdora Gola Wanê bi dîwêr hatiye girtin. Nahêlin ku zindiyên din xwe bigihînin golê. Ji ber ku saziyan pêşkêşî xwe kirine. Gelo dewletek bêyî gel pêkan e? Em li dijî vê ne."

'GOLA WANÊ DIKARÎBÛ JI ÇÛKAN RE BIBÛYA BIHUŞT'

Şahîn diyar kir, rêyên bejahî yên li dora Gola Wanê tên çêkirin, emrê zindiyên li golê û dora golê dijîn kêm dike û wiha dewam kir: "Li dora golê qamirgeh hebûn. Gola Wanê ji aliyê tûrîzmê ve dikarîbû bibûya bihuşta çûkan. 427 celebên çûkan li vir dijîn, 256 cûre ji van li dora Gola Wanê ne. Li vê herêmê hin mêş çêdibin. Bi hezaran çûkên mezin an jî biçûk, li vê derê xwe bi van mêşan xwedî dikin. Eger hûn van mêşan biqedînin, hûnê xwarina çûkan jî tine bikin. Hûnê çûkên xwe bi van xwedî dikin jî biqedînin. Hûnê marîjokan jî tine bikin."

GEMARA KANALÎZASYONÊ YEKSER DIHERIKE NAVA GOLÊ

Şahîn destnîşan kir, ku ekosîstem tine bûye û xeleka gelek zindiyan qediya ye. Şahîn got, "Rêyên bejahî, Gola Wanê gemarî dike. Ziwakirina qamirgehan, ji aliyê dîtbarî ve jî herêmê gemarî dike. Li gorî qanûna 1990'î, kes nikare dorê li Gola Wanê bigire. Gola Wanê bûye gola ku herî zêde gemarî bûye. Gemara kanîzlasyona 136 gund û 9 navçeyan bêyî bê paqijkirin yekser diherike nava golê. Sergoyê Wanê, herçend dûrî golê li ser rêya Qelqeliyê jî be, bi ba û baranê dikeve nava golê. Gola Wanê gelekî zû gemarî dibe."

Şahîn ragihand, di dema Partiya Herêman a Demokratîk de ji bo Gola Wanê were parastin, ew di vî warî de dixebitîn û got, "Ji bo daxwazên me bi cih bên, ketin nava li vû tevgerê. Lê belê ji ber ku budçeyeke têrker nebû, parzûngeha biyolojîk nekarî bê avakirin. Şaredariyeke ku xwedî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bû. Gola Wanê veguheriye derya heriyê. Ji peravê îskeleyê heta Artemêtanê herî ye. Dema mirov li qiraxa Gola Wanê dinerin, febrîqeya çîmento, HES û pîşesaziya organîze dibînin. Bermayiyên kîmyewî yên van, yekser diherikin nava Gola Wanê. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê emrê Gola Wanê gelekî kin bibe."