Gelo ji ber kêmbûna zayînê nifşê Neandertal tine bû?

Mirovên Neandertal ku tê gotin, piştî li nifşê mirovên heyî rast hatin beriya bi hezaran salan tine bûn, tê îdîakirin tinebûna wan ji ber kêmbûna rêjeya zayînê ye.

Tê texmînkirin, nifşê mirovên Neandertal ku tê texmînkirin 400 hezar heta 40 hezar salî beriya niha bi giranî li Ewropayê bûn, der barê tinebûna wan de teoriyeke nû derkete holê. Li gorî lêkolînerên Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS), pêvajoya tinebûna nifşê Neandertal ku 10 hezar salî domiya, ji ber kêmbûna rêjeya zayînê ye.

Beriya niha dihate gotin, Neandertalan li gorî nifşê mirovên niha Homo Sapiens bi pêş neket, hîn kêmtir goşt dixwar. Li gorî hin teoriyan jî, ji aliyê mejî ve li gorî Homo Sapiens bi paşde mane û ji aliyê Homo Sapiens ve hatine tinekirin.  Li gorî teoriyeke din jî ji ber nexweşiyeke şewbê tine bûne.

Lê belê ji ber ku Homo Neandertal di nava 10 hezar salî de tine bû, piraniya van teoriyan kêm na.

Li gorî lêkolîna paleontologên CNRS'ê ku di kovara Plos One de hate weşandin, sedema tinebûna Neandertalan ew e ku taybetmendiya zayînê ya li nava jinên wan kêm bûye.

Ji lêkolîneran Silvana Condemi diyar kir, teoriyên der barê tinebûna Neandertalan ji ber şewbê ya jî êrîşên Homo Sapiens kêm in û got, eger ji ber şewbê ya jî êrîşê bûya diviyabû di demeke kurt de tine bûna.

Di beşa encamê ya lêkolînê de hate gotin, "Kêmbûna taybetmendiya zayînê gelekî kêm jî be têrê dike ku di demeke dirêj de dawî li Neandertalan bîne."