Gelê Qamişlo: Em li vir in, em ê li ber xwe bidin!

Gelê Qamişlo got bi teqîn êrîşan dixwazin ku wan ji şûnwarên wan bikin lê wê ev armanca wan wê pêk neyê.

Li Qamişlo 17'ê Hezîranê li Xaçerêk Sonî teqînek çêbûbû. Di teqînekê de keseke nemiribû.

Endamên Komuna Şehîd Rêdûr a Taxa Qudurbekê, piştî teqînê malên xwe nû kirin û gotin, ''Bi van êrîşan wê nikaribin me bipirnisînin û em ê aka xwe bernedin.''

''WÊ NIKARIBIN ME JI QAMIŞLO DERXÎNIN'

Salîha Evdile Qasim ku ziyan gihayî ser mala wî ji ber teq3inê ziyan li mala wan û wesayita wan bûyî got, ''Çima wiha bi teqînên têne pêşberî me. Bila derkevin meydanê, heke hêza wan hebe şer bikin, ji bo xaka xwe, bajarê xwe û gelê xwe em ji vê re hazir in. Tîmên asayişê şewata ji ber teqînê derketî vemirand, bi dehan caran hatin ku rewşa me kontrol bikin. Hevalan em tenê nehiştin û tim li gel me bûn. 

Em dizanin bi van êrîşan dixwazin ku em birevin û dev ji xaka xwe biqerin. Lê ti caran em ê dev ji xaka xwe bernedin. Xaka Qamişlo rihê me, canê me ye û em bernadin. Mal, welatê her kesî bi wan şîrîn e, wê nikaribin me ji Qamişlo derxînin.''

'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Şamîran Emîn Hisên jî, ku dengê teqînê bihîst û çûyî cihê bûyerê got, ''Armanca wa ew e ku me ji xaka me derxînin, lê em ê dernekevin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em  Kurd in û dev ji xaka xwe naerin. Ji bo ku me ji van deran derxînin dexlên me dişewitînin, sewalên me dikujin, ji wan weye ku wê bikaribin Kurdan tine bikin lê em ê neqedin û em bi Kurdbûna xwe şanaz in. Em hemû yek in û dev ji xaka xwe naqerin.''

'AGIR BERDANE GENIMÊN ME, SEWALÊN ME JEHR KIRIN'

Silhedîn Emîn Hisê ku ziyan gihayî mala wî got, ''Ên ku ev kirin agir berdane genimên me, sewalên me jehr dan, bi salan in ev çi ji me dixwazin? Em dibêjin êdî bes e, me ti ziyan nedaye kesî, em mirovên xwedî wijda in lê ew bi salan in ziyanê didin me.''

''GELÊ ME AZADÎ TEHM KIRIKIYE, TIŞTA HEWCE EM Ê BIKIN'

Yek ji şêniyê taxê Şerzad Brahîm jî ku dema teqînê li malê bû got, 'Em ne xerîbê vî tiştî ne, dema şoreşê ev 7 sal in gelek caran ev kirin. Wiha xuya dike dawiya DAÎŞ'ê hat û hewldana wan a pêşî şewitandina dexlê gel e, hê jî vê dikin. Em hemû dibînin ku li herêmê û qada navnetewî li topê dane. Me tenê tiştek daye ber xwe, em ê ti caran heqê xwe nehêlin. Nema dikarin gelê me bitirsînin, ji ber ku êdî gel azadî tehm kiriye û ji bo vê çi hewce bike em jê re hazir in. Piştî van berdêlên dayî wê mafên xwe biparêzin.''