Gelê Efrînê ref bi ref çekan radike

Piştî ku tehdîdên Erdogan ên dagirkirinê zêde dibe, gelê Efrînê ref bi ref tevlî Hêzên Parastina Cewherî dibin û çekan radikin.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan gefên xwe yên li dijî Efrîn û Minbîcê zêde dike, çapemeniya Tirkiyeyê jî wekî Erdogan ketiye nav atmosfera mîlîtarîst.

Çapemeniya ku li Tirkiyeyê pişta Erdogan digire, diyar dike ku gel bajaran diterikîne. Lê dîmenê li Efrînê berevajî vî tiştî ye. Gel jiyana xwe ya rojane didomîne û ji aliyê din ve jî ref bi ref ji bo berxwedanê berê xwe didin Hêzên Parastina Civakî, YPG û YPC’ê. Heta niha 5000 endamên HPC’ê perwerdehiya çekê dîtine û di meha dawîn de rojê 30-50 kes beşdarî nav YPG’ê dibin.

Bi zêdebûna gefên Erdogan re Kurd, Ereb her roj bi sedan Efrînê çekan radikin û ji bo parastina Efrînê di çeperan de cihê xwe digirin.

‘GELÊ EFRÎNÊ JI BERXWEDANÊ RE AMADE YE’

Berpirsê HPC’ê yê Kantona Efrînê Xelîl Huseyîn bal kişand ser vî tiştî ku nûçeyên dewleta Tirk derew in û got, “Gelê me niha tevlî nav HPC’ê dibin û ji bo parastina Efrînê qeyda xwe çêdikin.

Ji saet 8’ê sibehê heta niha ciwan, kal, pîr, jin tên qeyda xwe li HPC’ê çêdikin û ji bo parastina sînorê xwe çekan radikin. Va ye em dibînin ku navenda HPC’ê tijî ye. Em ê tu carî destûrê nedin ku dewleta Tirk êrîşî axa me bikin, em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe welatê xwe biparêzin.”

 


 

JI BO PARASTINA EFRÎNÊ JI SIÛDÎ EREBISTANÊ HAT

Yek ji kesê ku ji bo parastina Efrînê çekê radike, Mûhammed Bayir e yê ku ji Siûdî Erebistanê hatiye. Bayir got ku, “Ez bavê şehîd Mûrat Amanos im. Em ê jî şehîdan bidin lê em ê axa xwe biparêzin. Ez ji Siûdî Erebistanê ji bo parastina welatê xwe hatim. Karê min li wir baş bû, lê ez ji bo parastina axa xwe hatim.”

‘PARASTINA EFRÎNÊ PEYWIRA HER KESÎ YE’

Ji xeynî Kurdan, gelê Ereb jî ji bo parastina Efrînê berê xwe didin HPC’ê. Adil Abbûd ê Ereb jî got ku, “Em van êrîşên li ser Efrînê qebûl nakin. Ji bo parastina axa xwe min serî li HPC’ê da. Parastina Efrînê, peywira hemû şêniyên Efrînê ye.”