Gaza Şeylê ya metirsîdar li Amedê jî tê derxistin

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn got, gaza şeyl ku ev 2 sal in li Farqînê tê derxistin, rê li ber nexweşiyên giran vedike.

Gaza Şeylê gaza xwezayî ye ku di nava tehtên ji mîneralên kûvars û kalsît de asê maye. Ji bo derxistina vê gazê, bi rêya Hîdroyî teht bi 2-3 kîlometreyan li binê erdê tê derizandin û bi desteka avê, gaz ji nava teht tê derxistin. Ev gaz, yekemcar sala 1821'ê li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate derxistin. Ji sala 1970'î û pê ve di asta endustriyê de hate hilberîn.

Gaza Şeyl ku bi salan e li Kurdistan û Tirkiyeyê tê derxistin, zerareke mezin dide xwezayê. Her wiha gelek nexweşiyên mayinde li bedena mirovan û hemû zindiyan der dike. Li gundê Başnik ê navçeya Farqîn a Amedê jî ji bo derxistina gaza şeylê şîrket dixebitin. Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn li ser xeteriya vê gazê ji ANF'ê re axivî.

'HAWIRDORÊ GEMARÎ DIKE'

Sezgîn diyar kir ku ji bo derxistina gaza şeylê pêwîstî bi bi milyonan ton avê heye û got, "Zêdeyî 100 madeyên kîmyewî tevlî vê avê dikin û piştre berdidin nava tehtan. Bi vê reaksiyonê re gaz ji nava teht derdikeve.

Li gel vê sîstemê enjeksiyona berwarî û rêbazên derizandina hîdroyî tên bikaranîn. Bi van her du rêbazan madeyên kîmyewî tevlî çavkaniyên avê yên ser û binê erdê tên kirin û hawirdor tê gemarîkirin. Ev encam li cihê ku berê gaza şeylê jê hatiye derxistin, hatiye tespîtkirin."

RÊ LI BER NEXWEŞIYÊN MAYINDE VEDIKE

Sezgîn got, tê texmînkirin ku piraniya rezervên gaza şeylê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê li gundê Başnik ê navçeya Farqîn a Amedê ne û li ser mijarê ev agahî da: "Li gund niha şantiye hatiye çêkirin. Karê lêgerîn û lêkolînê dest pê kiriye. Li gorî agahiyên ku pisporan di vî warî de dane, ji bo gaza şeylê li Tirkiyeyê were derxistin pêwîstî bi 10 salan heye.

Heta wê wextê wê madeyên kîmyewî yên tevlî çavkaniyên li binê erdê tên kirin wê rê li ber qirêjiyeke mezin vekin. Ev yek jî wê nexweşiyên mayinde derxîne. Sermeselê, wê li ser sîstemên hestî, rehik û masûlkeyan ên mirovan rê li ber nexweşiyên mezin veke."

DEWLETA TIRK JI BO DERXISTINA GAZA ŞEYLÊ BI ISRAR E

Sezgîn da xuyakirin ku li ser çavkaniyên ser û binê erdê divê agahî ji gel re were dayin û got, ew jî weke Komeleya Ekolojiyê vî karê agahdarkirinê dikin. Sezgîn anî ziman ku di nava 2 salan de ew gelek caran çûn gundê Başnikê, li wê derê civîn kirin, hewl dan rewşê vebêjin û got, "Me ji gel re got, ku dema gaza şeylê hate derxistin wê ax û av gemarî bibin.

Kêm jî be seknek li dijî derxistina gaza şeylê hate nîşandan, lê belê dewleta Tirk ji ber ku bi israr e, tedbîrên ewlekariyê zêde kir. Karê me yê di vê çarçoveyê de dewam dike. Lê belê şantiye hatine avakirin, karê AR-GE (Lêkolîn û pêşvebirinê) bi lez û bez dewam dikin."

'TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIVÊ'

Necdet Sezgîn destnîşan kir ku hemû gelên xwecihî yên li cîhanê li dijî talankirina xwezayê divê bi rengekî hevpar têbikoşin û got, "Li dijî bendav, şewitandina daristanan, gaza şeylê û talankirina xwezayê, divê em bi hev re tevbigerin."