Fûara otomobîlan a navnetewî di hedefa derdorparêzan de ye

Ketina Salona Otomobîl a Navnetewî ya Frankfûrtkê ji aliyê bi sedan çalakgeran ve hate astengkirin. Roja Şemiyê jî 25 hezar kes li dijî salonê meşiyabûn.

Îro bi sedan kes li pêşiya fûara otomobîlan li hev civiyan û pankarta li ser nivîsa “Hêza hilberînên otomobîlan bisînordar bikin” vekirin.

Çalakgeran bi awayekî aştiyane xwestin fûarê asteng bikin. Organîzatorên çalakiyê diyar kirin ku li dijî sîstema veguhestinê ya wêrankirî helwest nîşan didin.

Roja Şemiyê 25 hezar kes daketibûn qadan û daxwaza “şoreşa veguhestinê” kiribûn. Çalakî bi bîsîkletan hate lidarxisitn.

Fûara otomobîlan wê modelên nû pêşkêş bike û vekirina wê roja Pêncşemê ji aliyê Serokwezîra Elman Angela Merkel ve hatibû kirin.