Fransiyan û Kurdan alîkariya însanî ji Lavrioyê re şandin

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê, sendîkaya karkeran CGT û Roja Sor ji bo penaberên Kurd ên li kampa Lavrio ya li Yewnanîstanê alîkariya xurekê ya ji 43 tonî kirin.

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) û Sendîkaya Karkeran a Fransayê (CGT) sê sal in bi rêk û pêk alîkariya xurekê dişînin ji kampa penaberan a Laviroyê re.

Di çarçoveya projeya alîkariya xurekê de cara 33'an sefera alîkariyê ji bo kampa penaberan hate kirin.

Alîkariya xurekê ku barê qemyoneke mezin e û 43 ton e Pêncşemê ji Fransayê ber bi kampa Lavrioyê ve bi rê ket. Alîkarî Yekşemê gihîşt şêniyên kampê.

Alîkariya ji xurekê, şîrê zarokan, pêdiviyên zarokan, malzemeyên paqijiyê, nivîn, betanî û alavên şuştinê pêk dihat ji aliyê şêniyên kampê ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Di çarçoveya heman projeya alîkariyê de komeleya Roja Sor jî alîkariya ji pênc hezar euroyî kir. Bi vê alîkariyê jî ji Yewnanîstanê malzemeyên xurekê hate kirîn.

Ji aktîvîstên CGT'ê Jacques Leleu û Richard Hannard diyar kirin ku ew kêfxweş in, ji ber ku vê projeya însanî dimeşînin.

Leleu û Hannard bang li saziyên însanî yên Fransa û Ewropayê kirin ku alîkariyê bidin wan û projeyên bi vî rengî bi xwe jî biafirînin.