Fosîlê 23 milyon salî kelecaniyek çêkir

Li Kanadayê di kolandinan de fosîlê 23 milyon salî yê biguhanan hate dîtin.

Kolanên arkeolojik li Parka Grasslands Natîonal hatin kirin. Hate gotin fosîlên ku derxistin holê ên xizmên hesp, ketik û gergedanan ên beriya 23 milyon sal in.

Keşf ji Mûzeya Kanadayê ya Ottowayê, ji hêla tîmeke bi pêşengiya Danîelle Fraser ve hate kirin.

Tîma lêkolîner heta kolanên 2017’an li rasta fosîlên celebên biguhan nehatibû. Lê havîna 2017’an dema ku kolan dîsa hatin kirin û fosîlên hestiyên hespan û gergedanan hatin dîtin, îsal zêdetir giranî dane lêkolînan.

Li gorî medyaya Kanadayê Fraser gotiye, ‘’Bi kêmanî me fosîlên sê celeb hespan dîtine’’.

Fraser got yek ji van bi mezinahiya kûçikekî bi bejna navîn e û got, ‘’Em pir kelecanî bûn ku me fosîlên ketikên bi mezinahiya pumayê dîtin’’.

Fraser wiha lê zêde kir, ‘’Her wiha me  hestiyê argûşkê yê biraz dît, lê ev ne biguhan e’’.

Zanyar Fraser got fosil ên serdema Miyosenê ya beriya 23 milyon sal in û ‘’bi rastî jî mirov kelecanî dibe û şaş dimîne’’ ji ber ku me ev li Kanadayê dîtin. Franser, wiha domand, ‘’Ji ber ku qeşayên ku serdema qeşaya dawî çêbûn, hema hema hemû tiştên bi vî emrî dane rexekî û ji bo vê jî latên wiha li Kanadayê pir kêm in’’