Fîlmê '14 Temmûz' li Swêdê tê nîşandan

Fîlmê '14'ê Temmûz' ku qala berxwedana girtiyên PKK'yî yên li zindana Amedê dike, li gelek bajarên Swêdê tê nîşandan.

Fîlmê '14 Temmûz' ku ji aliyê derhêner Haşîm Ozdemîr ve hate amadekirin, teslîmiyeta ku cûnta leşkerî li zindana Amedê li ser girtiyan ferz dike û rojiya mirinê ya kadroyên PKK'ê bi pêşengiya Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş li dijî xiyanet û teslîmiyetê dan destpêkirin, nîşan dide.

Fîlmê ku di dawiya hefteya bihurî de li bajarên Goteborg, Orebro û Ûppsalayê hate nîşandan, duh êvarê jî li Sînemaya Klaraberg a li avahiya Mala Çandê ya Stockholmê hate nîşandan. Tevî welatiyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê, Swêdî û koçberên ji welatên din jî bi baldarî lê temaşe kirin.

WÊ LI GAVLE Û BORLANGEYÊ WERE NÎŞANDAN

Fîlmê '14 Temmûz' wê îro saet di 17:30 de li Fîlmstaden a li bajarê Gavle û roja 19'ê Hezîranê jî li bajarê Borlangeyê were nîşandan.