Festîvala Qendîlê di roja 10. de ye

Festîvala Qendîlê di roja 10. de ye. Lê belê dewleta Tirk bi êrîşa bi balafirên şer hewl dide pêşî li vê vê festîvalê bigire.

Festîvala Qendîlê, ku ji bo bîranîna şehîdên Qendîlê û Zergelê roja 11'ê Tîrmehê dest pê kir, bi gelek çalakiyan û coşeke mezin dewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de tûrnûvayên futbol, voleybol, avêtiya guleyê û maraton tên lidarxistin. Di pêşbirkên avêtina guleyê û beza maratonê de roja dawî wê di 1'ê Tebaxê salvegera Komkujiya Zergelê de bê kirin. Tûrnûvayên futbol û voleybolê di qonaxa duyemîn de ne. Di beşa futbolê de 2o tîm, di beşa voleybolê de jî 6 tîm ji tûra duyemî re man.

DEWLETA TIRK NIKARE PÊŞÎ LÊ BIGIRE

Tifaqa Erdogan-Bahçelî, ku naxwazin li ti cihî mafê jiyanê bide gelê Kurd, ji bo pêşî li vê festîvala baldar a li Qendîlê bigire, balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê difirîne. Balafirên şer ên Tirk duh bombe li erdê dora gundê Bokrîskan-Zergelê yê Qendîlê barandin.

Dewleta Tirk bi vê bomberdûmanê re zerareke mezin da mal û milkên sivîlên li Qendîlê. Sivîlên li Qendîlê dibêjin, polîtîkaya zext û zordariyê ya li wan tê kirin bê encam maye û tûrnûvaya xwe ya futbolê jî duh piştî êrîşa balafiran dewam kirin.

Di vê çarçoveyê de tîmên Rotane Kasre û Aştî Rojukeryan derketin pêşberî hev. Beriya vê maçê, lîstikvanên her du tîman hestên xwe li ser festîvalê ji me re anîn ziman.

'RÊYA RABÛNA LI BER ZILMÊ'

Lîstikvanê tîma Rostane Kasre Şalaw Huseyîn Îsmaîl diyar kir, festîvaleke bi vî rengî ji bo ciwanan gelekî girîng e û got, "Em spasiya Şaredariya Qendîlê dikin ku derfeteke wiha daye me ciwanan. Bi rêya festîvalê û sporê, em dikarin pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Qendîlê bigirin."

Lîstikvanê Aştî Rojukeryan Soran Omer Mîne jî 8 şehîdên Zergeleyê bibîr xist û got, "Ji ber bomberdûmana dewleat Tirk sivîl şehîd dibin. Yên ku divê li hemberî vê rabin, em ciwan in û tevlîbûna festîvala ji bo bîranîna şehîdên Qendîlê, rêyek rabûna li ber zilmê ye."

Maça navbera tîmên Rostane Kasre û Aştî Rojukeryanê, 2-2 bi encama wekheviyê qediya û her du tîman dest bi avêtina penaltiyan kirin. Di encamê de tîma Rostane Kasre bi ser ket û derbasî tûreke pêştir bû.

COŞA VOLEYBOLÊ

Di beşa voleybolê de jî kêf û kelecan dewam dike. Di encama maçên vê beşê de 6 ji 12 tîman derbasî tûra pêş bûn. Ji tîma Rojukeryanê Armanc Ahmet bal kişand ser girîngiya lidarxistina festîvalê ji bo bîranîna şehîdan û got, "Em spasiya Şaredariya Qendîlê dikin ku festîvaleke bi vî rengî ji bo me organîze kir. Tîma me hem di beşa futbolê hem jî di beşa voleybolê de beşdar bû... Ji bo şehîdên xwe em çi bikin kêm e." Tûra duyemîn a voleybolê wê bi maçên îro dest pê bike.

ROJA DAWÎ 1'Ê TEBAXÊ YE

Festîvala Qendîlê wê 1'ê Tebaxê di salvegera Komkujiya Zergeleyê de biqede. Di roja dawî de wê bi gelek çalakiyan mirovên di Komkujiya Zergelê de şehîd bûn bên bîranîn.