Festîvala Ciwanan: Divê berxwedan bê geşkirin

Ciwanên Kurd ên li Swîsreyê di festîvalê de li hev civiyan, banga geşkirina berxwedanê kirin û gotin, "Ciwanên Kurd, heta ku Rêber û gelê xwe azad bikin, wê xwe ji vê têkoşînê venegirin."

Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler (Mazlûm), ku her sal bi rengekî kevneşop li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal bi coşeke mezin a 10. hate lidarxistin. Festîval li bajarê Gerlafîngen ê Swîsreyê pêk hat û tevî ciwanên Kurd ên ji bajarên cuda yên Swîsreyê, gelek dostên wan jî tevlî bûn.

Festîval bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad pêk hat. Li qada festîvalê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Li festîvalê, ku di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de hate lidarxistin, xizmên Hasan Kiziler, li ser navê TJK-E Elîf Îşcan û li ser navê Ciwanên Azad Mordem Baz axivîn.

'DIVÊ BERXWEDAN BÊ GEŞKIRIN'

Ciwanan di festîvalê de ji bo berxwedanê dirûşme qîriyan, bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga geşkirina berxwedanê li her qadê kirin.

EM Ê TECRÎDA LI SER RÊBERÊ XWE TI CARÎ QEBÛL NEKIN

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Mordem Baz axivî û bal bir ser têkoşîna azadiyê, ku roj bi roj li çar parçeyên Kurdistanê mezin dibe. Baz got, "Ciwanên Kurd wê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêbertî tê meşandin ti carî qebûl nekin. Û wê bi berxwedana xwe Rêberê xwe azad bikin."

'DIVÊ CIWANÊN LI EWROPAYÊ BI ERKA XWE RABIN'

Baz bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir, ku berxwedanê geş bikin û got, "Xwedîderketina li têkoşîna azadiyê, ku ji Rojava dest pê kir û li çar aliyên cîhanê belav bû, divê yek ji wezîfeyên girîng ên her ciwanî be."

Piştî axaftinan pêşbirk û çalakî hatin lidarxistin. Her wiha Serhado, Nûarîn, Hîvron, Rodî, Jan Med, Mahabad û Azad Karahan jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Festîvalê heta derengiyê dewam kir û bi qîrîna dirûşma "Azadî ji Ocalan re" qediya.

HASAN KIZILER KÎ YE?,

Hasan Kiziler (Mazlûm), ku li Ewropayê di rojnameyên Roja Ciwan/Stêrka Ciwan û Berxwedan de xebitî, di sala 1995'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hê mehek bû ku tevlî nava refên gerîla bû bû, lê belê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, tevî 7 hevalên xwe li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.