Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê wê di 10-11'ê Hezîranê de pêk were

Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê qediyan. Komîteya Amadekar, ji bo festîvala di 10-11'ê Hezîranê de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

8. Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê, wê îsal li bajarê Elmanya Frankfûrtê di 10-11'ê Hezîranê de were lidarxistin.

Festîval ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Dersîmê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF), Komeleya li dijî Qirkirina Dersîm 1938, Dersîmspor, Komeleya Puluriyan û gelek komele, federasyon û saziyan ve tê organîzekirin.

MÛHARREM ERDOGAN: EM BI RUHÊ BERXWEDANÊ TEVLÎ BIBIN

Ji Komîteya Amadekar Serokê ADEF'ê Yakûp Mûharrem Erdogan, festîval ji ANF'ê re nirxand.

Erdogan da xuyakirin, ku wê festîval bawerî û çanda Dersîmê nîşan bide û ev bang kir: "Em bang li tevahiya Dersîmiyan û dostên wan dikin, ji bo biherikin Frankfûrtê û govendê bigerînin. Em bi ruhê Gezî û berxwedana 6-8'ê Cotmehê careke din helwesteke azad nîşan bidin."

Erdogan diyar kir, ew berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav dikin û bal kişand ser xeteriya belavbûna êrîşên qirkirinê yên Erdogan/AKP'ê li her deverê.

Mûharrem Erdogan ragihand, wê nîvê hatineyên festîvalê ji bajarên wêrankirî yên Kurdistanê yên weke Cizîr, Sûr û Nisêbînê re bê şandin û nîvê din jî wê pêşkêşî projeyên Şaredariya Dersîmê were kirin.

BERNAME

Festîval wê li navnîşana 'Rebstockpark Am Römerhof 9, 60486' bê lidarxistin û xwedî bernameyeke dewlemend e.

Di bernameya du rojan de wê mijarên weke "Ji Qirkirina Dersîmê heta roja îro xwerêveberî û Dersîm a xweser, "Ji dema berê heta niha rola jinê ya di nava çanda Dersîmê de" bên nirxandin.

Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Unlu, Hevşaredara Dersîmê Nûrhaya Altûn, Hevsşaredarên Navçeyan, Hevserokên FEDA, DEDEF, NAV-DEM'ê û nûnerên partiyên Elman wê weke qiseker beşdarî festîvalê bibin.

Dayika ji pêşengên berxwedana Cizîrê Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç Esmer Tûnç wê bibe mêvana festîvalê.

Di festîvalê de wê Grûp Mûnzûr, Bajar, Ayfer Duzdaş, Hozan Comert û gelek hunermend û komên muzîkê derkevin ser dikê.

Her wiha lîstikvanê tîma Amedsporê Denîz Nakî û Şampiyonê Boksê Îsmaîl Ozen jî wê tevlî festîvalê bibin.