Festîvala bîranîna şehîdên Zergelê qediya

Festîvala ku ji bo bîranîna şehîdên Zergelê ji aliyê Şaredariya Qendîlê ve hate lidarxistin, di salvegera komkujiyê de bi merasîmekê qediya. Qisekerên li merasîmê axivîn bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd.

Balafirên şer ên dewleta Tirk, roja 1'ê Tebaxa 2015'an bombe li gundê Zergelê yê Qendîlê barandibûn û 8 welatî kuştibûn. Di ser komkujiyê re du sal derbas bûn. Ji bo bîranîna şehîdên Zergelê, şaredariya Qendîlê roja 11'ê Tîrmehê festîvalek lidar xist û festîval di salvegera komkujiyê de qediya.

Di roja dawî ya festîvalê de, di serî de malbatên şehîdan, gundiyên Qendîlê û welatiyên ji Ranyayê bi qasî 500 kes amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan axaftin hatin kirin û peyamên partiyên siyasî hatin xwendin. Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Mihemmed Hesen got, "Beriya her tiştî, ez şehîdên Zergelê bi rêzdarî bibîr tînim. Bi dîtina me, ev festîval têra dilsoziya bi şehîdan re nake. Ji bo dilsoziya bi şehîdan re, divê em yekîtiya nava Kurdan xurtir bikin."

Hesen bal kişand ser baldariya ciwanana ji bo festîvalê û got, "Festîval, ji bo ku ciwan xwe ji aliyê sporê ve bi pêş ve bibin, girîng bû."

KCK: QENDÎL BÛ KELEHA ŞOREŞÊ

Piştî axaftina Hesen, peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hate xwendin. Di peyama KCK'ê de ji malbatên şehîdên komkujiyê, gelê Qendîlê û hemû malbatên şehîdên azadiyê re sersaxî hate xwestin.

Di peyama KCK'ê de hate gotin, "Li çar parçeyên Kurdistanê, îro dijminên gelê Kurd bi komplo, qirkirina çandî, qirkirina fîzîkî, qirkirina siyasî hewl didin emrê desthilatdariya xwe dirêj bikin û bi vê armancê serî li her rê û rêbazên qirêj didin. Dema dixwazin xwîna Kurdan jî vedixwin. Hêzên desthilatdar ên li herêmê, bi sêdarê, bi Enfal, çekên kîmyewî û talanê bi ser Kurdan ve tên û bi van rê û rêbazên hovane hewl didin demografiya herêmê biguherînin. Gelê Kurd jî timî li ber van êrîşên kujer ên hovane rabûye û li ber xwe daye. Kurdan têkoşîna xwe ya azadiyê gihandine wê radeyê, ku li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan ti hêz nema dikare siyasetê bike. Di nava vê têkoşîna azadiyê de cihekî taybet ê Qendîlê heye. Qendîlê timî hembêza xwe ji şoreşê, ji şoreşgeran re vekiriye û bûye keleha azadî û demokrasiyê. Wekî din, Qendîl ji bo şoreşa Rojhilata Navîn tê wateya çavkaniya moral û hêzê. Ji ber vê yekê, mîna serdemên beriya niha, di serdema heyî de jî êrîşî keleha berxwedanê Qendîlê dikin."

'TOL TÊ HILANÎN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Çawa ku em îro şehîdên Qendîlê û Zergelê bi bîr tînin, divê em şehîdên Şengal û Kobanê jî ji bîr nekin û bi bîr bînin. Erdogan û hevkarên wî xwestin li Şengalê civaka Êzidî qir bikin. Qendîlê jî pêşî li vê yekê girt û planên komkujiyê yên Erdogan pûç kir. Xwestin li Rojava, li Kobanê Kurdan qir bikin. Lê belê şehîdên nemir ên mîna Arîn Mîrkan destûr nedan vê qirkirin û kujeriyê. Dewleta Tirk a mêtinger û hevkarên wê, ku nekarîn armancên xwe bi cih bînin, ji bo hilanîna tolê êrîşên xwe didomînin. Li hemberî vê yekê, ewladên lehend ên çar parçeyên Kurdistanê, DAIŞ qaşo li paytexta wê li Reqayê asê kirine û tola şehîdên Şengal, Kobanê û Zergelê hiltînin."

JI PARTÎ Û SAZIYAN PEYAMA 'YEKÎTIYA NETEWEYÎ'

Di çalakiyê de peyamên KJK, KODAR, Saziya Malbatên Şehîdan, Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Tevgera Azadî û YNK'ê hatin xwendin. Di peyaman de şehîdên Zergelê hatin bîranîn û hat ragihandin, ku ji bo careke din komkujî li Kurdan neyê kirin divê bi navê yekîtiya neteweyî her kes seferber bibe. Di peyaman de hat destnîaşnkirin, ku ew ne li dijî referandûma 'serxwebûnê' ya li Başûrê Kurdistanê ne, lê belê karê ku ji bo referandûmê hatiye kirin ne rewa ye, ji bo rewa bibe divê parlament bixebite. Di peyaman de hêzên azadiyê yên li Rojava li dijî çeteyan şer dikin, gerîla û pêşmerge yên li Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyan şer dikin û hêzên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê li hemberî hêzên faşîst ên Tirk li ber xwe didin, hatin silavkirin.

Di festîvalê de komek muzîkê ya ji Silêmanî hatibû, li ser şehîdên Zergelê stran got.

Di dawiya festîvalê de ji kom û tîmên ku di beşên sporê yên futbol, voleybol, avêtina gule û rimê de bi ser ketin, xelat hatin dayin.