Festîvala Çand û Sporê ya Engîn Sîncer cara 12'an pêk hat

12. Festîvala Çand û Sporê ya Engîn Sîncer li paytexta Fransa Parîsê pêk hat.

12. Festîvala Çand û Sporê ya Engîn Sîncer li paytexta Fransa Parîsê bi beşdariya bi sedan ciwanî pêk hat.

Lîstikvanên 46 tîmên ku di tûrnûvayên futbolê yên ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê li bajarên Strasbourg, Rennes, Marseîlle û Parîsê têkoşiyan, beşdarî festîvalê bûn. Di festîvalê de tîmên ku di tûrnûvayan de bi ser ketin hatin pêşberî hev. Maçên nîv fînalê di navbera Qendîl Spor, Atlethîc Amed, Strasoburg Spor û Karayazi Sporê de hatin lîstin.

Di encamê de tîma Atletîc Amed bû yekemîn, Qendîl Spor bû duyemîn û Karayazi Spor jî bû sêyemîn.

Di festîvalê de komên govendê yên ji sê herêmên Parîsê hunera xwe pêşkêş kirin. Seyda Perînçek, Silbis û Tarî, Farqîn Azad û Diyar Uren jî derketin ser dikê.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst (PS) François Puppoin ciwanên tevlî festîvalê bûn silav kir û got, ku ew kêfxweş e ji ber ku bi ciwanên Kurd re ye. Puppoin destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna mafdar a gelê Kurd û işaret bi tecrîda li ser Ocalan kir.

Li festîvalê her wiha standa HDP'ê hate danîn û jinên ciwan li ser hilbijartinê agahî dan beşdaran. Ji bo lêpirsîna li qeyda hilbijêriyê jî bûn alîkar.