Fermandarê HPG’ê Çoban hate veşartin

Yek ji fermandarê HPG’ê Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) ku 11’ê Tebaxê li Dersimê şehîd bûyî, duh li Elbîstanê li gundê Aktîlê hate veşartin.

Piştî ku cenazeyê yek ji fermandarê HPG’ê Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) ku 11’ê Tebaxê li Dersimê şehîd bûbû hate teşhîskrin, ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî hate standin û li gundê wî Aktîlê ya Elbîstanê hate veşartin.

Hêzên dewleta Tirk ji bo ku cenazeye Çoban bi rengekî girseyî neyê veşartin gelek zext û zordarî kir.

Cenazeyê Çoban bi merasîmeke ku tenê malbat lê hazir bû hate veşartin. Piştî merasîmê gelê li gundên derdorê hatin sersaxî dane malbatê.