Fêkî û zebzeyên xwecihî yên Wanê bêhtir balê dikişînin

Fêkî û zebzeyên axa bi bereket a Wanê, çavkaniya debarê ya welatiyan e. Ev berhemên organîk hê bêhtir balê dikişînin.

Li Wanê, ku ji ber ambargoya aboriyê ya AKP'ê rêjeya bêkariyê gihîştiye 50 ji sedî, welatî fêkî û zebzeyên li dehl û rezên xwe diçînin difiroşin û bêyî ku hewcedarî dewletê bin, aboriya xwe bi destê xwe diafirînin. Bi havînê re ji erdê bi bereket ê Mezopotamyayê berhem şîn dibin. Li dora Gola Wanê, bi giranî sêv, alûçe, tirî, gilyaz, fişne, mişmiş, petêx, zebeş, firingî, îsot, fasûle bi dehan berhem şîn dibin. Fêkî û zebzeyên li bexçe û zeviyên navçeyên Westan, Erdîş, Artemêtan, Tûşba û Rêya Armûşê çêdibin, bêyî navbeynkaran yekser ji welatiyan re tên firotin. Ji ber ku navbeynkar û komîsyonkar di vî karî de nîne, ev zebze û fêkî bi erzanî tên firotin. Buhayê fêkî û zebzeyên li bajarên Tirkiyeyê tên 3 heta 10 lîreyî ye. Yên li Wanê şîn dibin, buhayê wan 500 quriş heta 2 lîreyî ye.

WELATÎ BI DERFETÊN XWE HILDIBERÎNIN

AKP'ê bi navê Rewşa Awarte bi hezara karkerên cemaweriyê yên li Bakurê Kurdistanê ji kar derxist û bi qedexekirina çûyina deşt û zozanan re kir ku sewalkarî hindik mabe biqede. Li gel van hemû qedexe û ambargoya aborî ya AKP'ê jî, welatî bi derfetên xwe hildiberînin. Li axa bi xêr û bêr a navçeya Westanê, ji her celebî fêkî û zebze şîn dibin. Berhemên li Deşta Westanê şîn dibin, ku di navbera Çiyayê Artos û Gola Wane de ye, ji tevahiya Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê re tên şandin. Temamiya berhemên li vir şîn dibin organîk in. Cotkarên ku li ser rêya Wan û Westanê dezgeh danîne, berhemên xwe li vir difiroşin. Ev berhemên bê hormon in û bi rengekî xwezayî hatine çandin, gelekî bala welatiyan dikişînin. Hin ji welatiyan ji bo rojane bixwin van berheman dikirin, hin jî ji bo amadekariyê ji zivistanê re bikin, hiş dikin.

HEM MIROVÊN DIKIRIN KÊFXWEŞ IN, HEM JÎ YÊN DIFIROŞIN

Li Wan û navçeyên wê, bi hezaran malbat bi rêya berhemên li dehl û rezên xwe çandine, debara xwe dikin. Hem mirovên van berheman dikirin kêfxweş in, hem jî yên difiroşin. Welatiya bi navê Kadriye Aslan anî ziman ku ew hemû fêkî û zebzeyên xwe ji Westanê dikire. Aslan destnîşan kirin, ku zebze û fêkiyên li vê derê çêdibin dûrî hormonê ne, bi rengekî baş şîn didin û got, "Ez her sal hemû pêwîstiya xwe ji vir tedarik dikim. Tehma fêkî û zebzeyên li vir dikirim gelekî cuda ye. Tehma li vir li cihekî din nîne. Ji ber ku her kes li vê derê hev dinase. Bi baldarî berhemên xwe diçînin. Em jî ji cotkarên li vir bawer in. Ji ber berhemên wan jî diyar e. Tehm û kalîteya xwe heye. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi zebze û fêkiyên li bajarên rojava şîn dibin, nîne. Tehma berhemên ji bajarên rojava tên, nîne. Piraniya wan berheman bi hormon in û zerarê didin tenduristiya mirovan. Em hewl didin fêkî û zebzeyên xwe ji derve nekirin."

WELATÎ BI GIRANÎ BERHEMÊN XWECIHÎ DIKIRIN

Cotkarê bi navê Salîh Dûman jî anî ziman, ku berhemên ew difiroşe yê bexçeyê wî ye û destnîşan kir, ku welatî bi giranî berhemên xwecihî dikire. Dûman da zanîn ku di berhemên wan de hormon nîne, bi temamî bi rengekî xwezayî hatine çandin û got, "Ez berhemên li bexçê min şîn bûne, yeser difiroşim welatiyan. Li gorî berhemên ji derve tên, berhemên ez difiroşim ji bo tenduristiyê baştir e û erzan e. Mirov jî ji ber vê yekê bi giranî berhemên xwecihî dikirin. Li vê derê em em qezenç dikin, hem jî welatî derfetê dibînin ku bi erzanî berhemên ne bi hormon bikirin. Mîna min, bi sedan cotkar hene ku berhemên xwe bi xwe difiroşin. Bêyî navbeynkar û komîsyonkeran em berhemên xwe difiroşin. Bi vê rêyê, bêyî em hewcedarê kesî bin, em debara xwe bi xwe dikin."