FEDA: Em bi xurtî tevlî festîvala Zîlan bibin

FEDA'yê ji bo Festîvala Zîlan ku wê 22'ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê pêk were banga tevlîbûnê li jinên Elewî, jinên Kurd hemûyan û dostan kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, zext û zordariya li jinê ku weke amûreke desthilatdariyê ya zîhniyeta neheq a tekperest derkete holê, her wiha polîtîkayên ji kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinê roj bi roj zêde dibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku zîhniyeta rê li ber vê vekiriye bidome, têkoşîna azadiyê ya jinan û civakan jî wê bidome. Mîna; xwişkên Mîrabel, Besê, Zarîfe, Sema, Sakîne û Zîlanan...

Festîvala Jinan a Zîlan ku bi ruhê azadî û berxwedanê yê jinan her sal pêk tê, îsal a 15'emîn 22'ê Hezîranê Şemiyê bi coşa azadiyê pêk tê."

Di daxuyaniyê de bi navê Yekîtiya Jinên Elewî ku ji civakeke dibêje 'berxwedana li dijî zilmê maf e' tê, bang li jinên Elewî, jinên Kurd hemûyan û dostan hate kirin ku Şemiyê li navnîşana Bismarckstrasse 125 Leverkusenê tevlî Festîvala Zîlan bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku mêşên hingiv ji bo jehrê ji nava hingiv derxînin li hev kom dibin, zilma zaliman jî bi kombûna jinan a li dora azadiyê wê ji holê rabe."