Eyaleta Kalîforniya derbasî enerjiya paqij dibe

Têkildarî kêmkirina gaza sera ya ku di demê dawî de rê li ber germahiya gerdûnî vedike, di demek polîtîka bêkêr dibe de, Kalîforniya ya ku weke ‘Aboriya herî mezin a 5’an a cîhanê’ tê nasîn ragihan ku derbasî enerjiya ku ji sedî sed nû bibe, bibin.

Kalîforniya ya eyaleta herî mezin a Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) ya ku xwedî nifusekî 40 milyone, hem demê di warê aboriyê de jî yek ji welatê herî mezin e. Bi aboriya xwe ya 2,7 trîlyon dolar, piştî DYA, Çîn, Jeponya û Elmanya di cîhanê de di rêza 5’an de cih digire, ji bo têkoşîna bi germahiya gerdûnî re kirin pêngavek girîng avêt.

Walîiyê Kalîforniya Jerry Brown, diyar kir ku pêşnûmeyek beriya niha ji aliyê parlementerên eyaletê ve hatibû kirin erê kirine. Li gorî rêziknameyê heta sala 2045’an mezaxtina elektirîka Kalîforniya ji sedî sed wê ji çavkaniyên ku xwe nû bike bê hilberandin. Bi vî wayî di pêwîsiya elektirîkê de tê payîn ku sînordarkirina gaza serayê bê kirin.

Brown ê beriya îmzekirina pêşnûmeya têkildarî xwezayê daxuyanî da destnîşan kir ku armanc, pêkanîna armancên wan ên di peymana dîrokî ya sala 2015’an a li lûtkeya xwezayê ya COP21 a li Parîsê ye. Brown got: “Kalîforniya bi vê qanûnê, bicihanîna armancên xwe yên li Peymana Parîsê ye û ketiye rêya ku hê baştir bi pêş ve biçe ye.”