Evîn û palpişta dayika xwe: Rizgar Denîz

Dayika Şehîdê Çapemeniya Azad Rizgar Denîz Meryem Adanmiş qala zarokatî û jiyana Rizgar kir û got, "Min her tiştê xwe dabû Rizgar û Rizgar ji bo min her tişt bû."

Dayika Meryem bi dilekî keser û hêvî bi van gotinan dest pê kir qala kurê xwe bike: "Rizgar 4 salî ketibû ser rêya penaberiyê. Zarokekî hejar û feqîr bû. Cara yekem em hatin kampa Etrûş. Zarokekî pir aram û têkiliyên wî bi hevalên wî re xweş bû. Ji xwe di koçberiyê de tiştek di destê me de nebû. Min li gorî derfetên xwe Rizgar mezin kir. Weke ku hîs bike em di rewşeke çawa de ne ji bo wê zêde zor nedida û tiştên ku derfetên min jê negire nedixwest. Min jî hîs dikir ku ev zarok rewşa têde hîse dike, ji bo wê tiştek cuda nedixwest. Min çi lê kiriba ew bû. Heta mezin jî bû.

'JI BO MIN BIBÛ HEVAL Û PALPIŞT'

Piştî hinek mezin bû û bi taybetî wefata xwişka wî êdî bû kesekî cuda. Mirov dikare bêje êdî li mal nedisekinî û kar dikir. Bûbû ciwanekî kamilbûyî. Bi mezinbûna wî re ji bo min bû heval û palpişt. Bi taybetî di jiyana penaberiyê de pir bi min re bû alîkar. Me pir bi hev re nîqaş dikir û li ser mijaran me li hev dikir û bêyî min nediçû cihekî. Ne zarokekî şerker. Zarokekî aram û têkilî xweş bû. Tim şîret li xwişk û birayên xwe dikir. Girîngî dida hevaltiyê digot; 'Hevaltî ji xwişk û biratiyê mezintire. Di her şert û mercî de mirov hemû karê xwe bi hevalê xwe re parve dike. Hevaltiya rast ji xwişk û biratiyê xweştire'."

'SEBIR Û HÊVIYA MIN EW BÛ'

Dayika Adanmiş li ser hezkirina Rizgar a ji bo wî jî ev tişt got: "Ji ber ewqasa min zorî kişand û xerîbî malbata xwe bûm, min sebra xwe dabû Rizgar. Dema nedihat malê, yan dereng diket min xwe lê aciz dikir. Dema ji diibistanê jî nîv saetê dereng bihata ez derdiketim ber derî û çaverêya wî bûm. Ji ber ku min pir bêriya wî dikir û min hemû sebra xwe dabû wî. Rizgar ji bo min her tişt bû.

Zarokek fêma, hevaltî û heqîqet li gel hebû. Gelek caran li nava malê diçû xwarin amade dikir û dikete aşpêşê û firax dişışt. Bi xwe dikete aşpêşê xwarin amade dikir û ji bo me dianî. Zêde hilbijartina xwarinên nedikir, lê xwarinên herî zêde hez jê dikir, meqerne û kutilk bûn."

'DEMA ZAROK KÊFXWEŞ BIN EZ JÎ BI KÊF DIBIM'

Dayika Meryem Adanmiş bal kişand ser têkiliyên wî yên bi derdorê re û wiha pê daket: "Pir serdana heval û malbatan dikir. Gelek caran dihat destê min digirt û em diçûn serdana heval û malbatan. Pir kêfxweş û rûgeş bû. Digot, 'Ez zêde ji meşa hevalên jin hez nakim, lê ez tim dixwazim li gel te bimeşim. Ji ber ez xwe diçim tu bi min re digihê'. Dema em rê diçûn tim kêfa xwe ji zarokan re tanî destê wan digirt, rûyên wan maç dikir û ew kêfxweş dikir. Digot; 'Dema ew kêfxweş dibin ez jî bi kêf dibim'. Ciwanekî ne pir hez ji xwekirî, ciwanekî li gorî derfetan li xwe dikir.

BI HEVALTIYEKE RAST RADIBÛ

Têkiliyên Rizgar li gel heval û derdorÊ wî pir xweş bûn. Ji zarokan hez dikir û ji mezinan re jî rêzdar bû. Têkiliyeke hevaltiya rast a li gel herkesî baş bû, lê bi taybetî li gel hevalên xwe yên jin cuda bû. Pir ji wan hez dikir. Di dema xwendinê de tim hevalên wî yên xwendekar li gel dihatin bi hev re karê xwe yên dibistanê dikir û dema dibû derenga şevê jî Rizgar yek bi yek dibir malê. Di dersên xwe de jî xwendkarekî serketî û jîr bû. Pir ji xwendina pirtûkan hez dikir û tim dixwend."

'DIVÊ DILÊ HEVAL Û CÎRANÊN MIROV JI HEV NEMÎNE'

Dayika Adanmiş bi van gotina behsa nêzîkbûna Rizgar a li şerê bi derdorê û zarokan re kir: "Ji şer qet hez nedikir û li gorî wî şer ne tiştekî baş bû. Digot, 'Divê mirov dilê hevalê xwe û cîranê xwe ji xwe nehêle. Dema mirov tê dinê tenê ye, dema mir jî herî kêm bi tenê neçe, ji ber ku dema mirov xwedî bingeh be dema mirov mir jî wê gelek kes li ser rêya wî bimeşe'."

'LI BER XWENDINÊ RE KARÊ ROJNAMEVANIYÊ KIR'

Dayika Meryem Adanmiş bal kişand ser xwendin û karê çapemeniyê yê Rizgar û wiha pê de çû: "Dema li dibistana Navîn û Amedeyî dixwed kete karê çapemeniyê li Heftaneya Rojeva Mexmûr kar dikir. Rojname belav dikir. Tim dixwest di nava kar de be, sekin ji bo wî tine bû. Piştî qedandina dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn derbasî zanîngehê bû û beşa Ragihandinê qezenç kir û xwend. Dema dixwend jî karê Kovara Hawdem a xwendekarên wargehê û ciwanên welatparêz dikir. Em bi xurtî dilsozê hev bûn. Timî, hema her roj neba her du rojan em li ser telefonê bi hev re diaxivîn. Di vê demê de derfet çêbû û min ji bo karê ragihandinê wênekêşek jê re girt. Dîsa xalê wî komputerek jê re girt. Rojekê jî serê min bi wî neêşa. Her tim bi kêfxweş û rûgeş bû. Her tim bi xweşî li gel hevalên xwe dida û distand."

'HEQ BÛ Û EZ QANE KIRIM Û WISA ÇÛ'

Dayika Adanmiş diyar kir, Rizgar dixwest kar bike û wiha anî ziman: "Rizgar dema dixwest kar bike ev ji min re got, 'Em di nava jiyaneke koçber û perîşan de mezin bûn û her carê zilma dewleta Tirk û hevalbendên wê li ser serê me kêm nebû. Ji bo îro nabe ku ez rûnim, îro li wan binêrim. Wijdana min vê yekê ranake. Ez nasekinim û ez ê kar bikim'. Rizgar digot; 'Ji bo kêşana wêneyek yê zarokekî ku bikare bibe wesîleya azadiyê, kes carekê can bide ez ê sê caran can bidim'. Ji bo wê ewqasî li gel min digot û vedigot, ti rê nehişt ku ez jê re bêjim û ez qane kirim. Min jî wate û girîngî da axaftinê wî. Ji ber ku heq bû. Ji bo wê ti carî min nema ku rêgiriyê lê bikim'.

'ME BI HEV RE BIRYAR DA Û LI PÊŞBERÎ GEL SOZ DA Û KAR KIR'

Piştî qedandina xwendinê û perwerdeya ragihandinê em rûniştin û me bi hev re biryara xebatê da. Li ser wê yekê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Rizgar got: 'Eger em bi hev re biryar bidin wê baştir karê min bimeşe û ez ê baştir bikarim kar bikim. Eger newisa be ez ê nekaribim serketî bim'. Li ser vê yekê li pêşberî gel soz da û wisa derbasî Rojava bû. Çi li Rojava û dema Şengal hate dagirkirin jî li Şengalê dest bi kar kir. Di wê demê de jî derfet hebûya em li gel hev diaxivîn."

'ÊŞA CIVAKA ÊZIDÎ JI KÛR HÎS KIRIBÛ'

Dayika Rizgar Adanmiş Meryem Adanmiş da xuyakirin ku ola Êzidî bandor li Rizgar kiribû û got: "Rizgar ferq nedixist nava ol û baweriyan. Weke însan li mirovan dinêrî. Ji ber zilm û zoriya li civaka Êzidî hate kirin, bandora Ola Êzidî zêdetir li ser kiribû. Ji ber wê li Şengalê êş û xema zarok û dayikan ji kûr dikişand û parve dikir. Rastî û êşa Êzidxanê ji dil kişandibû û ji bo wê bibû hezkiriyê Êzidxanê. Li ser gotina neçûnê Rizgar got: 'Ji bo vî gelî heta emrê min hebe ez ê kar bikim. Ez rojekê jî narûnim û dilê xwe ji min nehêle'."

'DÎTINA DESTPÊKÊ Û YA DAWIYÊ'

Dayika Adanmiş behsa dîtina dawî kir û wiha pê daket: "Herî dawî dema di şahiya mîhrîcana 15' Tebaxê li ser dikê karê xwe dikir. Min xwest herî dawî bibînim. Demekê telefon da û got, demê çûnê ye û me xwatir ji hev xwest. Ew bû dîtina destpêkê û ya dawî."

'GOTINÊN SERKETINÊ JI MIN RE DIKIR'

Dayika Meryem Adanmiş tim li ser ekranên televîzyonê agahî û bûyerên li herêmên Rojava ji Rizgar dibihîst û ev tişt got: "Hema bêje li gelemperiya Rojava û Şengalê di dema herî xedar û şer de kar kir û ji bo raya giştî agahî dida." Dayika Meryem dema li Rizgar digeriya got: 'Tim bi ken û coş bû. Min digot, tu li cihê şer e, hay ji xwe hebe'. Wî got: 'Tiştek bi me nayê'. Li nava wan zor û zehemtiyan bi ken û moralê xwe hêz dida min. Behsa şer, hevalan dikir û gotinên serketinê ji min re dikir. Ez pê şa dibûm."

'EZ Ê GELÊ KURD RAKIM SER LINGAN'

Dayika Meryem dema behsa şehîdbûna nûçegihan Rizgar Denîz dike wiha dibêje, "Bi şehîdbûna Rizgar re min got wê dinya hilweşe. Rizgar digot: 'Tê bi şehadeta min pir kêfxweş bibe, bi min serbilind bibe. Dema ez şehîd bibim ez ê gelê Kurd tev rakim ser lingan'. Piştî van gotinan û şûnde hema bêje 3 rojan bi şûnde birîndar bû. Êvarekê dema min li televîzyonê temaşe kir, Rizgar carekê xuya kir û hema bêje çend kêliya diyar bû. Dîmen reş bû. Wê demê tirsek kete dilê min. Carê din wisa nedibû."

'TEVÎ BIRÎNA KÛR DIKENIYA, MORAL DIDA MIN'

Li ser birîndarbûn û qewimîna bûyerê Dayika Meryem Adanmiş anî ziman ku li ser tevnên civakî li gel Rizgar axiviye û got: "Dema ku birîndar bû destpêkê dîmenên wî kişandin û ji bo min hate şandin. Min dizanî birîna wî kûr e, lê ji bo min diyar neke dikeniya û bi moral bû. Dema ez li gel diaxivîm min got ez moral bidim, lê wî bi gotin û kenê xwe hê zêdetir hêz dida min. Piştî demekê wisa dom kir. Min jî dixwest biçim bibînim. Herî dawî agahî hat ku ez bibînim. Ez derbasî Rojava bûm, hemû hevalên wî hatin pêşwaziya min û ez hembêz kirim. Li vê derê agahiya şehîdbûna Rizgar ji bo min hate gotin.

'LI HER DERÊ XWEDÎ LI RIZGAR DERKETIN'

Xwedîdeketina gelê Rojava kir ku êş û azarê min bide rawestandin. Weke ku rizgar ne kurê min kurê wan ewqasî ew pê diêşan. Li her cihê ku em tê re derbas dibû, merasîma leşkerî hatin kirin. Dîsa ji bo birêkirina ber bi Mexmûrê ve hema bêje gelê Mexmûrê tev hatibû pêşiya me. Konvoyeke bi sedan wesayîtî ketibûn pey hev û ber bi Mexmûrê ketin rê. Li Mexmûrê jî merasîmeke heybet hate kirin û bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan li goristanê hate veşartin. Mehekê zêdetir konê taziyê dom kir. Ji her derê her kes hatin sersaxiyê. Ez bi Rizgar serbilind im."