'Ev welat li mirovan dide nivîsandin'

Nivîskarê Kurd Mehmet Akdogan diyar kir, bûyer, rûdan û lehengiyên li ser vê axê diqewimin li mirovan dide nivîsandin.

Nivîskarê Kurd Mehmet Akdogan piştî 2 pirtûkên helbestan niha jî romana bi navê Bayê Cîlo li wêjeya Kurdî zêde kir. Berhema nivîskar mirov dikişîne nava kûrahiya êş û serpêhatiyên li Kurdistanê. Nivîskar Akdogan der barê berhema xwe û nivîskariya Kurdî de axivî. 

'WELAT LI MIROVAN DIDE NIVÎSANDIN'

Akdogan diyar kir, ku nivîsandina romanê bi aliyan ji bo wî girîng e û got, "Ji salên 1990'î û vir ve axa Kurdistanê di nava germahiyekê de dikele û li ser vê axê tişta neqewimiye tuneye. Eger îro berhemek tê nivîsandin ev welat bi xwe li mirovan dide nivîsandin. Li ser axa Kurdistanê şerekî dijwar diqewime, ev ax hatiye dagirkirin. Li ser vê axê windakirin, qetilkirin û komkujiyên mezin çêbûne. Bûyer û geşedanên li ser vê axê çêdibin berê mirovan dide nivîsandina helbest, çîrok û romanên Kurdî. Di demeke wiha dijwar de ku zextên giran li gelê Kurd û zimanê Kurdî tê kirin, nivîsandina romaneke Kurdî girîng dibînim."

'ÇÎROKEK RASTEQÎN A KURDISTANÊ YE'

Akdogan da zanîn ku Bayê Cîlo serpêhatiyek rasteqînî ya Kurdistanê ye û wiha pê de çû: "Bi rastî pirtûk hêj nû ye lê eleqeyek baş dît. Bayê Cîlo ji serpêhatiyeke rasteqînî pêk tê û çîrokeke Kurdistanê ye. Dibe ku herêma Geverê nivîsî be lê serpêhatiyên mîna vê li gelek deverên Kurdistanê qewimîne. Ez di navenda vê romanê de me. Ez wê demê xwendevan bûm. Ji salên 88'an heta 93'an ku ez hatim girtin, li wê herêmê mam. Ev tiştên ku min nivîsiye şahidê wê me. Yanî di esasê xwe de her nivîskarek romana xwe dinivîse. Ev roman jî romana min bi xwe ye. Ez di jiyana hemû lehengê vê romanê de me. Lewre çavên ku dît û şahidî kir lazime binivîse. Ez jî wekî şahidê serpêhatiyê min xwe deyndarî nivîsandinê dît. Her kesê Bayê Cîlo bixwîne wê xwe di çîroka romanê de bibîne. Ji ber ku serpêhatiyek rasteqîn a Kurdistanê ye."

'KESÊN KU RISTA XWE LÎSTINE MIN XWEST CIH BIDIM WAN'

Akdogan anî ziman ku di romanê de peyv û zimanê herêmî parastiye û got: "Zimanê Kurdî gelekî dewlemend e. Gelek pê hatiye lîstin jî. Min jî xwest ên ku di vê dîrokê de rista xwe lîstine bi kîjan peyvan û axaftinê derketine ser dikê cih bidim heman reseniyê." Akdogan bilêv kir, "Li ser serê Cîlo mirov her çar parçeyên Kurdistanê dibîne. Dîsa hemû jiyana civakê di nav xwezayê de ye. Hemû tişt ji xwezayê tê. Xweza û jiyan bingeha dewamiya civakê ye. Xweza û xwezaya jinê yek e. Gulê jî jineke Kurd a xwazaparêz e û xwedî nerîneke xurt e. Ji ber wê yekê jiyana Gulê jiyana xweza, jiyana kevnar, jiyana rast, jiyana berxwedêr û li çiyê mezin bûye. Gulê di heman demê de rêbera gund û ya jinê ye."

'CÎLO ÎXANETÊ EFÛ NAKE'

Nivîskar Akdogan li ser romana Bayê Cîlo wiha dewam dike: "Bayê Cîlo dema ciwantiya min bû. Bayê Cîlo bayekî herî sar e. Agir û berf her hebûye. Îxanet û qehremanî her rû dane. Lê belê Cîlo destûr nedaye ku îxanet bi ser bikeve. Bayê Cîlo jî gelekî sar e. Dema Sarya, Xidir dibe bi Bayê Cîlo dilerize, dicirife. Cilê leşkerî yên zivistanî lê ye, sercerdevan û tetikêşê dewletê ye, bi sedan kes jî kuştiye lê li pêşberî Bayê Cîlo wekî pelê çilo dilerize. Yanî yên ku li gorî xweza û wê axê tevnegere wê Bayê Cîlo gunehên wan bi bîra wan ve bîne û wê kesera jin û dayikan bibe ba û li sînga wan bikeve. Xidir li vir tenê xwe kuştiye. Diya xwe kuştiye, xuşkên wî ew terikandine, mezinê gund Hecî Osmanê ku bi zarokî tim şekir û per dayê wî bi xwe kuştiye. Zirar daye civak, ax û xwezaya xwe. Dema kesekî wisa be bayê Cîlo wî efû nake."

'ZIMAN NASNAMEYA GELEKÎ YE'

Akdogan diyar kir, di wêjeya Kurdî de zimanê helbest û romanê bi pêş ketiye û bang li tevahiya ciwan û siyasetmedarên Kurd kir: "Bila her kes baş bizanibin xwendin, nivîsandina Kurdî ya vê demê rûmet û berxwedana herî mezin e. Ziman nasname û çanda gelan e. Divê em xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin."  

NIVÎSKAR MEHMET AKDOGAN KÎ YE?

Sala 1973'an de li gundê Pîrosa yê navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî li Colemêrgê û ya navîn û amadeyî jî li Geverê xwend. Di heman demê de li Geverê perwerdeya medreseya Kurdî dît. Weke her ciwanekî Kurd sala 1988'an beşdarî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû û sala 1993'an hete girtin. Heta sala 2002'an di girtîgehê de ma. Piştî ji girtîgehê derket tevlî nava karê çand û hunerê yên Navenda Çanda Mezopotamyayê bû. Wekî din li gelek sazî û dezgehên Kurdan kar kir. Herî dawî li Ozgur Gun TV dixebitî.

BERHEMÊN AKDOGAN:

Destana Cizîrê (Helbest)

Sevdam Çarmıhta (Helbest)

Bayê Cîlo (Roman)