Ev 12 sal in berên organîk difiroşe, armanc bebelavkirin e

Semra Tarsûs, ev 12 sal in bi firotina berên organîk debara xwe dike. Tarsûs got ew dixwaze mezaxtina berên organîk berbelav bike.

Li Tirkiyê sektora çandiniyê her ku diçe xirabtir dibe, ji ber dermanên kîmyewî yên ku têne bikaranîn siberojê hema hema mirov wê tov an jî qadeke ku dermanê kîmyewî lê neketî nebîne. Li gel kampanyayên ekolojîstan gel jî bêhtir berê xwe dide berên organîk.

Ji ber nexweşiyên ku ji wan tên û berên bi GDO'yê berê mirovan didin berê û li yên sirûştî digerin. Berên organîk her wiha rîska pençeşêrê jî kêm dike.

Bi ser de ev fikir xwe dispêrê ser xebatên zanistî jî. Li gorî lêkolîneran nexweşiyên ji berên zad ên normal di mirovan digerin li gorî berên organîk gelekî zêdetir e. Her wiha ên ku berên organîk dixwin pençeşêr bi wan re kêmtir xuya dike.

'EV 12 SAL IN DI NAV BAZARA ORGANÎK DE YE'

Semra Tarsûs ku ev 12 sal in bi firotina berên organîk debara xwe dike, dibêje piraniya berên xwe ji gundên navçeya Karaîsalî peyda dike.

Tarsûs got li gundan hilberandina berên organîn li gundan zêde ye û ew dixwaze gel zêdetir berê xwe bide berên organîk.

Tarsûs dibêje ew gelek berên organîk difiroşe lê ev 12 sal in hêkên organîk, xwê û şelxemê difiroşe. Tarsûs got, ''Xwêya me xwêya kêvir e. Bi salan e gundiyên ku em berên xwe ji wan distînin jî wiha ne. Keça min ev 8 sal in kontrolkar e û ev ber jixwe bi destûra wan sertfîkaya organîk distînin. Em mîna tîmekê dixebitin ev bi salan e. Bi hevalên me yên hilberîner e , keça min kontrolê dike û ez û hevserê xwe jî em bazara wê dikin. Li vir armanca me ya herî girîng ew  e ku em berên organîk berbelavtir bikin û bikin rewşeke rûtîn.''