Europa Nostra ji bo Heskîfê AKP şermezar kir

Europa Nostra, AKP ya ku Heskîf kire talokeyê şermezar kir û got, "Em bang li Tirkiyê dikin ku li gorî rêgez û standartên parastina mîrateya çandê tevbigerin."

Federasyona hemû rêxistinên saziyên sivîl ên têkildarî mîrateya çandê ku hemû Ewropayê di nav xwe de vedihewîne, Desteya Rêveber a Europa Nostra, têkildarî Heskîfê ku bi pêşniyara Weqfa Hişmendiya Çandê ketibû Lîsteya 7 Mîrateya Çandê ya 2016’an, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de li dijî biryara hikumeta Tirk ku wê Heskîfê di bin avê de bihêle hat gotin: "Bi biryara ku Heskîf wê di bin avê de bimîne, wê şopên jîngeha herî berê ku heta niha derketiye holê, werin tinekirin. Ev jîngeh tenê di asta neteweyî de na, ji bo Ewropa jî û dinyayê jî xwedî cihekî girîng e. Ji bo vê jî em bawer dikin parastina wê  ne tenê peywira Tirkiyê lê peywira raya giştî ya navneteweyî ye jî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heskîf di nav welatên Konseya Ewropayê de di nav dewlemendtirîn bîrdariyên Îslamê de ye." Daxuyaniyê wiha dom kir, "Em biryara ku wê bibe sedem windabûna wê, avakirina bendavê bi tundî şermezar dikin."

'BILA LI GORÎ RÊGEZAN TEVBIGERIN, DAN Û STANDIN ÇÊBIBIN'

Europa Nostra wiha bang li hikumeta AKP’ê kir:

"Em bang li saziyên rayedar ên Tirk dikin ku li gorî rêgez û standartên parastina mîrataya çandî yên Konsanviyona Ewropayê (Konvansiyona Granada û Konvensiyona Valetta) tevbigerin ku di bin banê Konseya Ewropayê de çarçoweya vê hatiye danîn û Tirkiyê jî îmze kiriye. Her wiha em bang li saziyên rayedar ên Tirk dikin ku bi rengekî vekirî û zelal bi civak û rêxistinên saziya civakî re li gorî rêgezan pêvajoya danûstandinê bidin destpêkirin. Lê pir dereng be jî, ji bo vê mîrateya çandê ya ku pir girîng e û di talokeyê de ye, em bang dikin ku xebatên herî baş ên navnetewî ji niha û pê de werin kirin wê sûdewar be."