Esnafên Amedê: Krîza aboriyê her belav dibe

Esnafên Amedê diyar kirin ku ew ji ber rewşa xirab a aboriyê nikarin kirêya dikanên xwe bidin û gotin: "Li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistanê krîz derî bi derî belav dibe û ji bo pêşîgirtina krîzê ti hewldanên dewletê tineye.”

Krîza aborî ku roj bi roj bandora xwe zêde dibe, derbên mezin li esnafên Amedê jî dixe. Gelek esnafên Amedê ji ber îflasê derabeyên xwe daxistin û dikanên xwe girtin. Ên mane jî diyar dikin ku ew nikarin kirêya dikanan bidin û li ber îflasê ne.

‘EM DEMA HERÎ ZOR A 30 SALAN DIJÎN’

Esnafê bi navê Mahmut Ayhan ku 11 sal e li navçeya Rezanê esnaftiyê dike da zanîn ku ew di nava krîza herî giran a 30 salên dawî de dijîn û wiha axivî: “Bazarên Amedê hemû jî bêdeng in û ne kirîn heye ne jî firotin. Karê me tevahî li ser dolar e. Her ku diçe TL li hemberî dolar qîmeta xwe winda dike. Ji bo bilindbûna dolar û eûro, kiryarê min yê salan nikare were tiştekî bikire. Bazara Amedê ji ber krîza aboriyê êşeke mezin dikêşe. Li ber krîza aboriyê gelek esnafan li Rezanê dikanên xwe girtin. Em jî ji bo ku îflas nekin li ber xwe didin.”

‘SIYASET BANDORÊ LI ABORIYA WELAT DIKE’

Ayhan anî ziman ku piştî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê qediya û vir de krîzeke kûr li Tirkiyeyê dest pê kir û ev tişt got: “Pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin aramiyek anî welat. Piştî pêvajo qediya bi xwe re krîza kûr ya aboriyê anî. Heta aramî li welat rast nebe, ti tişt nikare aboriya Tirkiyeyê rast bike. Ji ber rewşa welat di aliyê siyasetê de ne baş e bandoreke giran li ser aboriyê dike.”

‘HEWLDANÊN DEWLETÊ TINE NE’

Esnafê bi navê Emrûllah Zumrut jî got, rewşa bazarê qet ne baş e û her ku diçe rewşa bazarê xerab dibe. Zumrut destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên hikumetê krîz her ku diçe kûr dibe û wiha got: “Gelek havîn, cejn û mehên Tîrmehê derbas bûn, lê belê hîna rewşa bazara Amedê rast nebûye.Tenê ne liAmedê li seranserî Tirkiye û Kurdistanê krîzeke kûr heye. Em diçin Stenbolê jî bi esnafên wir re hevdîtinên me çêdibin, rewş wekî ya me ye. Ji ber ku dolar her ku diçe bilind dibe, êdî em esnaf jî nikarin tiştekî bikirin û bifiroşin. Bingeha vê krîzê gelekî kûr e û bi siyaseta hikumetê ve girêdaye. Ev jî polîtîkayeke fermî ya dewletê ye. Ji bo pêşiya vê krîzê jî bê girtin ti hewldanên dewletê jî nîn e. Eger rojek zû pêşiya vê krîzê neyê girtin, wê bi milyonan esnaf li Tirkiyeyê derabeyên xwe bînin xwarê û derê dikanên xwe bigirin.”

’16 SAL E BAZARA TIRKIYEYÊ ÊŞÊ DIKÊŞE’

Esnafê bi navê Nîhat Tezer ê ku 7 sal e cil û bergên gelerî yên Kurdî didûre jî got, krîza herî zor ya salên dawî dijîn û ev tişt got: “16 sal e AKP li ser îxtidarê ye û 16 sal e aboriyaTirkiyeyê êşê dikêşe. Weke her demê AKP’ê berî hilbijartinê soz û bext ji gel re dan û lê belê weke her demê jî xwedî li soz û bextê xwe derneketin. Krîz her ku diçe kûr dibe. Bi bilindbûna dolar re li bazarê jî her tişt giran dibe û kiryar jî nikarin werin bazarê û tiştekî bikirin. 7 sal in ez cil û bergên Kurdî didûrim. Berî du salan rewş hinek baş bûn. Di dawet, şahî, Newroz û rojên taybet de gel dihat daxwaza cil û bergên Kurdî dikir. Em metreya qûmaş bi dolar dikirin, dema dolar buha dibe, qûmaş jî buha dibe. Ji bo vê yekê jî gel nayê tiştekî nakire.”

‘HETA ÊVARÊ VALA VALA RÛDINÊM’

Esnafê bi navê Muhammet Gulen jî bal kişan ser 4 salên dawî û wiha got: “Krîz derî bi derî belav dibe. Kiryar tineye. Em serê sibê tên dikanê vedikin û heta êvarê bê ku tiştek bifiroşin li dikanê rûdinên. Berê em 5 kes li vê dikanê dixebitin, niha jî em tenê du kes mane. Berê metreya qûmaş me digirt bi 20 TL niha jî metreya qûmaş bi 40-50 TL ye. Ji ber krîza aboriyê û bilindbûna dolar êdî kes nayê dikanê. Krîza aboriyê li herêmê aramiya malbatê jî xerab kiriye. Em hemû bûne deyndarê banqeyan û em nikarin kiraya dikanên xwe bidin.”