Erdogan gef xwar, tirs û fikara li Ewropayê zêde bû

Piştî ku rejîma Erdogan gef xwar ku wê çeteyên DAÎŞ'ê bişîne welatên rojavayî, li Ewropayê bi taybetî jî li Elmanyayê tirsa ji êrişeke gengaz a terorê zêde bûye.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wê DAÎŞ'iyên rojavayî yên di destê xwe de bişînin welatê wan, Ewropa bi taybetî jî Elmanya kete rewşa alarmê. Fikar tê kirin ku dewleta Tirk dosyayên DAÎŞ'iyan radestî welatên Ewropayê neke. Rayedar dibêjin, eger ev yek pêk were wê DAÎŞ'î piştî demekê bên berdan û ev jî ji bo ewlekariyê rîskek mezine.

Dewleta Tirk Duşemê çeteyekî DAÎŞ'ê şand Danîmarkayê, yek jî şand Elmanyayê. Tê payin ku ev pêvajoya radestkirinê di nava çend rojan de berfireh bibe. Hate ragihandin ku wê Pêncşemê 7 DAÎŞ'î ku zarok jî di nav wan de hene û Înê jî 2 DAÎŞ'î radestî Elmanyayê bên kirin. Tê payin ku rojên bê 11 DAÎŞ'î ji bo Fransayê û 2 DAÎŞ'î jî ji bo Îrlandayê bên şandin.

ELMANYA: JI BER RÎSKA EWLEKARIYÊ EM DI NAVA ALARMÊ DE NE

Wezîra Edaletê ya Elman Chrîstîne Lambrecht diyar kir ku ji bo ewlekarî nekeve rewşeke metirsîdar hêzên polîs û dadgeriyê ketine nava alarmê. Lambrecht anî ziman ku ji yên bên radestkirin ên der barê wan biryara girtinê heye wê bên girtin ên biryara girtinê nîne wê pêvajoya dadgeriyê bê destpêkirin. Lambrecht got, "Heta ku biryara girtinê bê wergirtin wê ew kes ji nêz ve bên şopandin û neçar bimînin ku kelepçeya elektronîk li dijî wan bi kar bînin."

Lambrecht îdîa kir ku dadgeriya Elman wê yên sûcê DAÎŞ'ê kirine bi rengê herî giran darizîne û got, "Bi karê hevpar ê bi Tirkiyeyê re em hewl didin kesên bên radestkirin tespît bikin. Kesên ku heta niha tê xwestin bên şandin têkiliya xwe yekser bi DAÎŞ'ê re nîne."

Balkêşe hucreyên DAÎŞ'ê yên li Elmanyayê di vê demê de ketine nava liv û tevgerê. Li bajarê Offenbach ê Eyaleta Hessenê li dijî hucreyeke DAÎŞ'ê, ku amadekariya êrişeke bombeyî dikir operasyonek hate kirin û di encamê de sê kes hatin destgîrkirin ku du ji wan Tirk yek jî Makedon bûn.