Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê berpirsyariya êrîşê li xwe girt

Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê berpirsyariya êrîşa li merasîma leşkerî ya li bajarê Ahvazê yê Îranê li xwe girt.

Bi wesîleya Hefteya Parastinê ya Pîroz vê sibehê li gelek bajarên Îranê merasîmên leşkerî hatin organîzekirin.

Merasîma li bajarê Ahvazê bû hedefa êrîşeke çekdarî.

Li gorî alîkarê waliyê eyaleta Hûzîstanê ku Ahvaz paytexta wê ye, 10 leşker mirin, 21 kes jî birîndar bûn.

Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Bi navê rêxistinê daxuyaniyeke kurt hate dayin û hate gotin, "Şervanên şoreşger ên Eniya me ya Gel a Demokratîk a Ahvazê danê vê sibehê li dijî dewleta Welayetî fekî ya dagirker çalakiyeke serketî kirine. Şervanên me yên Eniya El Ahaz a Şoreşger û Têkoşer bi wêrekî li dijî dagirkerên Welayetî Fekî çalakiyeke mezin pêk anîn. Di çalakiya çekdarî ya milîtanên me yên şoreşger de gelek leşker û efserên Welayetî Fekî yên dagirker hatin kuştin."