Encannameya Forûma Avê ya Mezopotamyayê hate eşkerekirin

Encannameya Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya li Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di navbera 6-8’ê Nîsanê de Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya 1’emîn hatibû lidarxistin. Encamnameya forûmê hate eşkerekirin.

150 çalakgerên avê û dostên wan li Zanîngeha Silêmaniyê 3 rojan hatibûn ba hev û li ser kêşeya avê ya Mezopotamyayê nîqaş kiribûn.

Di forûmê de gelek atolye jî hatin lidarxistin.

Biryar hate dayîn ku Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya 2’emîn li Amedê were lidarxistin.

ENCAMNAME

Di encamnameya forûma avê de ev tişt derketin pêş:

“Divê li dijî polîtîkayên avê yên mêtinger were sekinandin.

Ji bo avên Dîcle û Firatê li hemû mirov û zindîweran were parvekirin, piştgiriya ji bo peymannameyên navneteweyî were kirin.

Divê li dijî hegemonyaya avê were derketin û destûr neyê dayîn ku ev tişt wekî çekê were bikaranîn. Li Mezopotamyayê dewletên ku li jor in divê mafê bidestxistina avê ya welatên jêr qebûl bikin.

Em bang li Tirkiye û Îranê dikin ku bila ava diçe ser Sûriye û Iraqê qut nekin.

Ji bo sekinandina Bendava Ilisûyê ya ku ew ê Heskîfê di bin avê de bihêle û ji bo ku qadên avî yên li Iraqa Başûr were parastin, em bang dikin.

Divê were diyarkirin ku av mafê her kesî ye.

Divê li cihên nêzî avê maddeyên kîmyewî neyên bikaranîn, divê tovên hîbrît û yên ku genetîka wan hatiye guherandin, tu carî neyên bikaranîn.

Ava ku ji bo çandiniyê tê bikaranîn divê ji aliyê endustriyê ve neyên qirêjkirin.

Yek ji sedema qirêjbûna Çemê Dîcleyê ev e ku heta Bismilê ne di statuya çem de ye. Divê aliyê jor ê Çemê Dîcleyê dîsa têkeve statuya çem.

Kampanyaya Danjiyîna Dîcleyê dikare wekî tora çalakgerên avê were xurtkirin û bi rapor û daxuyaniyên hevpar rewş ji raya giştî re werin pêşkêşkirin.

Armanc ev e ku Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya 2’emîn li Amedê were lidarxistin.”