Em meşaleya Mazlûm Dogan bilind bikin

20’emîn Festîfala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mezlûm Dogan, bi beşdariya hezaran ciwanan ve destpê kir.

Di festîvalê de li ser navê Ciwanên Azad Zerdeşt Botan axivî û diyar kir ku meşaleya ku Mezlûm Dogan ji bo ciwanên Kurd dewir kirî wê hê bilindtir bikin.

Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan a ku her sal li weke çandekê li Ewropa tê lidarxistin, îsal a 20’emîn li bajarokê Blegny ê girêdayî bajarê Lîegen ê Belçîkayê bi beşdariya hezaran ciwana pêk hat. Festîval bi beşdariya ciwanên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda û gelek welatên Ewropa beşdar bûn de, bi dirûşam “Rêber Apo Azad Bike” hate lidarxistin. Salona festîvalê li gel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan û wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dîsa pankartên bi nivîsên mîna “Rêber Apo Azad Bike”, “Kapitalîzmê Nejî û Nede Jiyîn”, “PKK Tevgerekî Fedayî ye” û “Ji Bo Azadiyê Bijî û Ji Bo Rêbertiyê Şer Bike” hatin daliqandin. Di festîvalê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan temînata jiyana azad in” hatin qîrkirin. Festîvala bi rêzgirtinê destpê kir, bi beşdariya bi sedan werzîşvan, xebatkarên çand û hunerê “Meşa Azadiyê” pêk anîn.

‘CIWAN HÊZA MOTORA TÊKOŞÎNÊ NE’

Di destpêka festîvalê de li ser navê Ciwanên Azad Zerdeşt Botan axivî. Botan di axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Mazlûm Dogan û got: “Mazlûm Dogan bi kesayeta xwe ya berxwedêr bû sembola ciwanên Kurd. Çalakiya wî ji bo me ferman e. Bûye afrênerê kesayeta berxwedêr a PKK’ê. Berxwedana 14’ê Tîrmehê jî heman tişt bû. Bi ruhê xwe çand û dîrokek nû xuliqandin. Eger ku em van pêşengan ji bo xwe bikin mînak ti goman nîne ku em bi ser nekevin.”

Botan destnîşan kir ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê ya 40 salî de ciwan bûne hêza motorê û got: “ Me ciwan destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bixin.” Botan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ciwana a di nava têkoşînê de.

Botan bang li ciwanên li Ewropa dijîn jî kir û got: “Li şûna jiyana kapitalîstê, em berxwedanê hilbijêr in. Em berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Meşaleya ku Mazlûm Dogan ji bom e mîras hiştî, bilind bikin, bibîn layîqî vî gelî.”

‘DIVÊ CIWAN XWE AZAD BIKIN’

Cûma Tak ê di festîvalê de axivî jî diyar kir ku Festîvala Çand û Sporê ya Mazlûm Dogan a beriya 20 salan destpê kirî bi heman coş û xurûşê domandina wê pir girînge û wih got: “Sedemê herî serekî yê vê coş û xurûşê şehîdên me û asta têkoşînê ya ku em gihiştinê ye.”

Tak ê bal kişand ser kampanyaya tevgera ciwanan a dayî despêkirin û wiha pêde çû: “Kampanayaya tevgera ciwanan a Rêbertiya xwe azad bike, xwe azad bike û Kurdistanê azad bike ya dayî destpêkirin pir girîng e. Bê ku tu xwe azad bikî tu nikarî tiştekê bi dest bixî. Ji bo vê divê ciwanên em yên ku li Ewropayê dijî xwe ji kapitalîzmê rizgar bike û girêdana xwe ya bi welat ve hê xurtir bike. Îro welatê me di bin dagirkeriyê de ye. Dewleta Tirk li ser gelê me qetlîamê dide kirin, xaka me dagir dike. Divê ji bo vê têkoşîn bê kirin û li dijî vê bê derketin. Li ser xakên azad bijî, welatekî nû û xakekî nû bidin avakirin. Ji derveyî vê ti bi ti awayî azadî pêk nayê.”

PSK: EM BI KURDAN RE DI NAVA PIŞTGIRIYÊ DE NE

Li ser navê Partiya Têkoşînê ya Sosyalîst a Belçîkayê jî Sîmon Hûpkens jî axivî û anî ziman bi Kurdan re di nava piştgiriyê de ne. Hûpkens ê ku diyar kir ku destekê didin têkoşîna azadiyê ya ku Kurd didin wiha got: “Îro di serî de li Rojava Kurd têkoşîna azadiyê dikin.Em weke partî ji nêz ve têkoşîna wan dişopînin, piştgirî dikin. Îro li dijî kapitalîzmê Şoreşa Rojava ji bo me jî modeleke. Ev şoreş ji bo tevgera karkeran a Belçîkayê jî ronahiyeke.”

TÎMA ŞAMPYONÊ FESTÎVALÊ: CIWANÊN AZAD

Beriya festîvalê tîmên fitbolê yên ku lîstibûn Tîma Welat Spor û Ciwanên Azad xwe gihandibûn fînalê, îro çûn pêşberî hev. Di lîstika hate kirin de Welat Spor û Ciwanên azad di demê asayî yê lîstikê de 1-1 hemberî hev derbas kirin, ji bo vê derbasî penaltiyan bûn. Di encama penaltiyan de Ciwanên Azad Spor a ji Elmanyayê, Welat Spor bi 6-5 golan bi ser ket û bû şampyonê 20’emîn Festîvala Çand û Sporê ya Mazlûm Dogan. Li aliyê din ji çarçoveya festîvalê de ji derveyî hevrikiya şampiyoniyê di gelek çiqên din ên aktivîteyên sportîvê de jî pêk hatin.

Di dika bingehîn a festîvalê de hunermed Pinar Aydinlar, Nûarîn, KomaÇilav, ji Parîsê hunermendên mîan Zazloz û komên muzîkê derketin ser dikê, govend û şano pêşkêşkirin. Ciwan di tevahiya rojê de li ber stran û helbestên hunermendan govend gerandin.

Festîval bi merasîma xelatdayînê yên ku di hevrikiya sportîvan de bi serketine ve bi dawî bû.