Elmanya çima destûrê nade mizgeftên Kurdan?

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Tûrhalli got, li Elmanyayê pêşî li mizgeftên dixwazin xizmetê bidin civaka Kurd tê girtin.

Kurd yekemcar di destpêka salên 1960'î de weke karkerên koçber hatin Elmanyayê. Di salên 1980 û 1990'î de jî, ji ber şerê topyekûn ê dewleta Tirk ê li Kurdistanê, Kurd weke penaber hatin vî welatî. Li gorî hejmarên ne fermî, bi qasî mîlyonek Kurd di rewşa heyî de li Elmanyayê dijîn. Kurdên li Elmanyayê, ku nifşê çaremîn ji dayik bûye, li gelek qadên kar çalak in û yek ji komên sereke yên koçberan e ku tevkariyê li aboriya vî welatî dikin.

'DÎTÎB A KU JI ALIYÊ ELMANYA VE MÛXATAB TÊ GIRTIN, BI SÎXURAN TIJÎ YE'

Li gorî Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli, 60-70 ji sedî yê Kurdên li vî welatî dijîn Misilman in, lê bleê weke komên din ên olî miamele li wan nayê kirin. Tûrhalli got, "Rêveberiya Elmanya pêşî li me digire. Em nikarin mizgeftên xwe vekin û xizmetê bidin. Em ji Elmanyayê dixwazin, mafên didin komên din, bide me jî."

Li Elmanyayê, niha bi qasî 40 mizgeftên ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê hene, ku zêdeyî 20 sal in xizmeta olî dide Kurdên Misilman. Serokê CÎK'ê Tûrhalli wiha dewam kir: "Saziya me ev 20 sal in li Elmanyayê xizmetê dike. Lê belê, ji ber dewletê, zor û zehmetî derdikevin pêşiya hevalên me." Tûrhalli diyar kir, dewleta Elman di vî warî de Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) mûxatab digire, ku ev sazî ser bi dewleta Tirk ve ye. Tûrhalli destnîşan kir, ev polîtîkay Elmanyayê şaş e û got, "Karê sîxuriyê yê li vê saziyê derkete holê nîşan dide, ku Elmanya di vî warî de çiqasî şaşitiyan dike. Li gorî me ev karê sîxurê hê berfirehtir e."

'ELMAYA PERE DIDE, DIYANET JÎ FITÛYÊ LÊDANÊ DIDE'

Di dewama axaftina xwe de Tûrhalli bibîr xist, ku Elmanya di çarçoveya projeyên xizmetê de pereyan dide mizgeftên DÎTÎB'ê û got, "Lê belê li wan mizgeftan mafê axaftinê ji jinan re nayê dayin. Berevajî, dibêjin ku mafên jinê nîne. Dibêjin, 'divê jin xizmetê ji hevserê xwe re bikin'. Fitûyên dibêjin 'dikarin li hevsera xwe bixin' didin. Û ji bo vê jî pereyan ji Elmanan digirin."

'TIRK DIXWAZIN, CDU BIRYARÊ DIDE'

Tûrhalli da zanîn, rêveberiya Elmanyayê ya ku ewqasî pereyan dide DÎTÎB'ê, pêşî li mizgeftên Kurdan digire û bal kişand ser polîtîkayeke rêk û pêk a li dijî wan. Tûrhalli diyar kir, ji bo fermiyeta saziya sîwanê ya mizgeftên Kurdan Civaka Îslamî ya Kurdistanê ev 2 sal in ew hewl didin, lê belê hê nû ev mijar çareser kirine û wiha dewam kir:

"Heta ku me ev fermiyet dan qebûlkirin, me gelekî hewl dan. 2 salan dewam kir. Lê hê jî il gelek bajaran astengî dewam dikin. Li Saarbruckenê em ê ji bo mizgeftê cihekî vekin, lê gelek pirsgirêkan derdixînin. Ji ber ku piraniya endamên meclîsen biyaniyan ji Tirkan pêk tên, naxwazin. CDU û partiyên mîna wê jî, di çarçoveya van daxwazan de biryarê didin. Me cih kirî ne, lê em nikarin navendekî vekin; astengiyan derdixînin pêşiya me. Mînak, li Bremenê demeke dirêj me nekarî fermiyeta mizgeftê werbigirin. Li wî bajarî bi dehan mizgeft hene, lê fermiyetê nadin me. Wekî din li cihên weke Stûttgart û Freîbûrgê, heman pirsgirêkan derdixînin pêşiya me. Çi ne ev pirsgirêk? Karê kirina resmiyetê gelekî dirêj dikin? Dema hinek serî lê didin, di nava çend hefteyan de belgeya xwe digirin. Lê bersiva ji bo serlêdana me bi salan dewam dike. Li Dortmûndê jî me hê nekariye statuya komeleyê bigirin. Ev 2 sal in em hewl didin. Burokrasiyek li ser kar e, ku li herêman hewl dide pêşî li karê me bigire."

'BILA ELMANYA ME NAS BIKE'

Tûrhalli destnîşan kir, weke civatên din ên olî ew jî dixwazin li Elmanyayê ji heman mafan sudê werbigirin û got, "Weke Kurdên Misilman em dixwazin ji maf û hiqûqa li Elmanyayê sûdê werbigirin. Li Elmanyayê nêrîneke bi vî rengî heye: 'Misilman ji Tirkan pêk tê'. Lazim e dest ji vê berde. Ji ber ku mirovên herî demokrat, herî wekhev û xweşbîn, Kurdên Misilman in. Lewma yên ku karibin bi hêsanî bı saziyên li vê derê re bixebitin jî Kurdên Misilman in. Ji ber ku radîkal nînin, olê bi kar nînin. Hewl nadin ku di bin navê ol de hegemonya xwe ava bikin. Tenê weke civakekê dixwazin bi ola xwe bijîn. Ev yek bi kêrî Elmanyayê jî tê. Em ji Elmanyayê dixwazin, weke komên din ên olî bên naskirin. Em dixwazin bibin xwedî heman mafan. 80-90 ji sedî yên endamên me welatiyên Elman in. Em ji Elmanyayê dixwazin ku me weke civata Kurd a Misilman bibîne."

'DI NAVA ME DE JIN Û MÊR XWEDÎ HEMAN MAFAN E'

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Ahmet Tûrhalli anî ziman, li mizgeftên Kurdan serok û rêveberên jin jî hene û got, "Hemû erkên serokê mêr, di destê seroka jin jî de ne. Di nava me de sîstema du serokan heye. Mêr xwedî kîjan mafî be, jin jî xwedî heman mafî ne."