Elîaçik: Rabûna li ber zilmê, îbadet e

Nivîskar Îhsan Elîaçik beşdarî panela HDK-Munchenê ya bi sernavê "Li Tirkiyeyê Îslama Siyasî û Perwerde" bû û destnîşan kir, ku rabûna li ber zilmê, îbadet e. Elîaçik işaret bi girîngiya piştevaniyê kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan - Munchen (HDK-Munchen), li DGB Haûsê bi sernavê "Li Tirkiyeyê Îslama Siyasî û Perwerde" panelek lidar xist. Nivîskar, Îlahiyatnas û Misilmanê Antîkapîtalîst Recep Îhsan Elîaçik weke qiseker beşdarî panelê bû. Hunermend Ganî Cansever jî bi stranên xwe beşdarî panelê bû. Di panelê de helbestên Nazim Hîkmet, Ahmet Arîf û Destana Şêx Bedrettîn hate xwendin.

Elîaçik di axaftina xwe de bal kişand ser cihê jinê di nava Îslamê de û ji bo pirsa "Elewîtî di nava Îslamê de ye, yan jî li derveyî wê ye?" got, ew di nava çanda Elewîtiyê de mezin nebûye û li gorî nêrîna wî Elewîtî hem ji nava Îslamê hatiye, hem jî rêwîtiya xwe di nava îslamê de didomîne.

Elîaçik got, "Ne rast e ku mirov Elewîtiyê tenê weke alîgirên Elî nîşan bidin. Elewîtî çanda herî kevn a Anatoliyê ye."

Elîaçik işaret bi mulkiyet û zekatê jî kir û got, "Zekat tê wateya, dayîna zêdehiya pêwîstiyên xwe. Zekat her wiha tê wateya xwepaqijkirinê. Di destê de we, ji pêwîstiyan zêdetir hebe, wê bidin."

Elîaçik diyar kir, bihuşt û dojeh li vê cîhanê ne û ji bo bihuştê got, "Cîhaneke bê sînor, bê çîn, bê talanî, bê êrîş û bê şer..."

Nivîskar Elîaçik anî ziman, ku huner perwerde, alîkarî, piştgirî û çand e û destnîşan kir, eger di nava civakekê de perwerde, alîkarî, piştevanî û çand ji holê rabe, ew civak wê hilweşe.

Nivîskar Îhsan Elîaçik destnîşan kir, ku rabûna li ber zilmê îbadet e û piştre bersiv da pirsên mêvanan.