Elewîtiya Dersimê li dêreke Swêdê hate nasandin

Li Dêra Katarîna ya li navenda bajarê Stockholmê çalakiyek hate lidaxisitn û Elewîtiya Dersimê hate nasandin.

Çalakiya danasînê ji aliyê Koma Muzîkê ya Xwişkên Şahîn û derhênerê navedar ê Swêdî Peter Oskarsson ve hate organîzekirin. Hêlîn Şahîn diyar kir, Elewîtî ne tenê baweriyek e, di heman demê de felsefeya jiyanê ye, fêhmkirina xweza, gerdûn û mirovahiyê ye.

Şahîn got, li gorî baweriya Elewîtiyê xwegihandina rastiyê û mafdariyê bi agahî û perwerdeyê dibe û qala rîtual û kenveşopiya Elewiyên li Dersimê yên di dema mirin û jidayikbûnê de tên kirin.

Koma Muzîkê ya Xwişkên Şahîn, ku ji 5 xwişkan pêk tê, li ber defa hunermend Hakan Vreskala, stranên Kurdî yên ji herêma Dersimê got. Her wiha belgeselek ji 18 deqeyan a li ser baweriya Elewîtiyê û zextên dewleta Tirk li Elewiyan dike, hate nîşandan.

Di çalakiya danasînê de tevî Kurd û Tirkan, gelek Swêdî jî amade bûn. Piştî ku çalakî qediya, li beşdaran nan hate belavkirin.

Peter Askarsson daxuyanî da ANF'ê û anî ziman, ku wî Elewîtî yekemcar ji Berrîn Şahîn a di dema kişandina fîlmekî de di fîlm de stran digot, bihîstiye. Askarsson ragihand, ji bo Elewîtiyê bi Swêdiyan bide naskirin, wan biryar dane çalakiyeke bi vî rengî lidar bixin.

Askarsson diyar kir, Elewîtî civakeke ku ji demên berê heta roja îro zext lê tê kirin û got, "Di nava rejîmên nedemokratîk û totalîter de, zext li kom û baweriyên cuda tê kirin. Pêwîste dawî li vê were anîn û her kes hurmetê nîşanî bide baweriya mirovan. Pêwîstî pê nîne ku mirov li hemberî hev şer bikin. Bi hurmeta li cihêrengiya hev, em dikarin di nava aştiyê de bijîn."

Rojda Şahîn jî anî ziman, ku bi rêya vê çalakiyê wan xwestine baweriya Êzidiyan û têkiliya wan a bi xweza û civakê re bi civaka Swêd bidin naskirin. Şahîn got, "Çand û kevneşopiya me roj bi roj ji holê radibin. Elewiyan berê bi dizî baweriya xwe bi cih danîn. Ji bo roja îro mirov nikare bêje pêşketinek heye. Li Tirkiyeyê ji ber propaganda rejîmê pêşhikum li hemberî Elewiyan hene. Gelek mirov neçar dimînin veşêrin ku Elewî ne. Xeteriya tinebûnê li ser zimanê me jî heye. Eger tedbîr neyê girtin wê di navbera 10-15 salan de tine bibe."